Di xwepêşandanên Besrayê de encamên xwîndar

Di encama xwepêşandanên li bajarê Besra yê Iraqê de hejmara qurbaniyan derket 6 kesan û 67 kesên din jî birîndar bûn. Li rex ferzkirina qedexekirina derketinê alîkariyên leşkerî ber bi parêzgehê ve hatin şandin.

Di xwepêşandanên Besrayê de encamên xwîndar
5 îlon, 2018   09:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên nerazîbûna gel li parêzgeha Besrayê ya Iraqê gurtir dibin. Di heman demê de alîkariyên leşkerî ji parêzgehê re hatin şandin. Wezîrê tenduristiyê yê Iraqê ragihand ku di encama pevçûnên di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de 6 kes bûne qurbanî û 67 kesên din jî birîndar bûne.

Malpera El-Erebî El-Cedîd li ser navê endamekî hevrêziyên parêzgeha Besrayê wiha got: "Xwepêşandan ji saetên sibê ve li bajarokê El-Zibêr ê rojavayê parêzgehê hatin nûkirin. Xwepêşandan li derdora avahiya hikumeta herêmî kom bûn û rêya ber bi avahiyê ve girtin."

Xwepêşanderan xwest aliyên ku hêz li dijî xwepêşanderan bi kar anîne radestî dadgeriyê bêne kirin. Xwepêşandan bi tedbîrên ewlehiyê yên awarte hate dorpêçkirin.

Her wiha li bajarokê El-Hiwêr ê bakurê Besrayê jî bi heman armancê xwepêşandanek hate lidarxistin. Xwepêşanderan li vir agir bi avahiya Şepêla El-Hikmî xist.

Fermandarê Asayîşa Besrayê Casim El-Sehdî ragihand ku wan tedbîrên pêwîst ji bo xwepêşandanan wergirtine û hemû dergehên bajarê Besrayê girtine.

Wezareta Karên Hundir a Iraqê jî ragihand ku dê lêpirsînekê der barê bûyerên li Besrayê de bide destpêkirin û bang li xwepêşanderan kir ku destdirêjiyê li malên giştî nekin.