Li Şehbayê goreke komî hate dîtin

Li navçeya Til Sosin a girêdayî kantona Şehbayê goreke komî hate dîtin. Di gorê de termên 6 çeteyên koma bi navê El-Ceyş El-Hur hatin dîtin. Şaredariya Gel bi hevkariya Yekitiya Oldaran cenaze defin kirin.

Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
Li Şehbayê goreke komî hate dîtin
5 îlon, 2018   08:30

ŞEHBA

Dema ku yek ji welatiyên Efrînê yên ku navçeya Til Sosin a girêdayî kantona Şehbayê bi cih bûye mala xwe paqij dikir, goreke komî dît ku tê de termên 6 kesan hene.

Welatî xeber da Şaredariya Gel. Kadroyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd piştî ku agahî ji şaredariyê wergirtin, yekser berê xwe da cihê bûyerê.

Yek ji xebatkarên tendurisiyê ku term derxistin, diyar kir ku dema beriya 4 salan çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kiribûn, ew kes hatibin kuştin.

Di dema lêkolîn û rakirina terman de nasname di berîka yekî ji wan de hate dîtin. Bi nasnameyê hate tekezkirin ew kes girêdayî çeteyên El-Ceyş El-Hur in. Kesê ku nasnameya wî hate naskirin, bi navê Mustefa Şêx Hîlal Şehade ji gundê Til El-Medîq e.

Piştî ku termên çeteyan ji aliyê şaredariyê ve bi hevkariya Yekitiya Oldaran hatin rakirin û li gundê Til Sosin ê girêdayî kantona Şehbayê hatin definkirin.

(bx)

ANHA