Komîteya Aborî banga amadekirina guvaşxaneyên zeytûnan kir

Hevserokê Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Ehmed Silêman diyar kir ku hilberîna zeytûnan a îsal baş e û bang li xwediyên guvaşxaneyan kir ku amadekariyên xwe bikin.

Komîteya Aborî banga amadekirina guvaşxaneyên zeytûnan kir
Komîteya Aborî banga amadekirina guvaşxaneyên zeytûnan kir
5 îlon, 2018   08:19

EYŞE MIDEWER / TEBQA

Hevserokê Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Ehmed Silêman diyar kir ku hilberîna zeytûnan îsal li herêma Tebqayê baş e. Li gorî Silêman hilberîna îsal ji salên borî baştir e. Silêman bang li cotkaran kir ku ji niha û pê ve darên xwe yên zeytûnan derman nekin da ku madeyên kîmyewî nekevin nava zeyta zeytûnan.

Silêman bang li xwediyên guvaşxaneyan kir ku amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina hilberîna zeytûnan bikin û li gorî merc û pîvanên hatine diyarkirin, tev bigerin.

Silêman bang li hemû cotkaran kir ku serdana karîgerî û buroyên çandiniyê yên herêmê bikin da ku alîkariya xwe ya ji bo sala nû ya çandiniyê wergirin.

Wergirtina hilberîna zeytûnan li herêma Tebqa ji destpêka Îlonê ve dest pê dike.

ANHA