Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Kerem bi operasyoneke taybet hate girtin

YPG’ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di encama operayeneke hêzên wan ên taybet de berpirsyarekî îstixbaratê yê DAIŞ’ê ku bi navê “Ebû Kerem” tê nasîn, hatiye girtin.

Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Kerem bi operasyoneke taybet hate girtin
4 îlon, 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî opreasyoneke taybet ku ji hêla Hêzên Antîterorê (HAT) ve hate lidarxistin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku endamekî payebilind ê DAIŞ’ê ku ji îstixbaratê berpirsyar bûye yê bi nasnav “Ebû Kerem” hatiye girtin. Hate diyarkirin ku Ebû Kerem der heqê DAIŞ’ê de gelek agahiyên girîng dane. Kitekitên daxuyaniyê wiha ne:

“Têkoşîna me li hemberî rêxistina terorê DAIŞ’ê ku wek rêxistina herî tundraw ya dîrokê derket holê û bû belaya serê gelên Rojhilata Navîn û Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê, bi bidestxistina serkeftiyên mezin re pêşve diçe. Em şer û têkoşîna ku ji bo parastina nirx û rûmeta mirovahî û gelê xwe dimeşînin, pêşveçûyîna DAIŞ’ê hatiye sekinandin, cihên ku bi qirkirinê girtibûn, hatine rizgarkirin. Îro ev têkoşîna me bi bidestxistina serkeftinên girîng re berdewam dike.

Dî 11’ê Tebaxê 2018’an de yek ji serçeteyên DAIŞ’ê bi nasnav “Ebû Kerem” yê navê wî yê rast Adil Mûsa Ebdilcezar (di pêvajoya dawîn de navê Ebû Basir El Xezawî bi kar aniye) yê ku di xebatên îstixbaratê de kar kiriye û li bajarên wekî Bab, Hema, Heleb, Idlib, Reqa, Meyadîn, Tebqa û Derayê erk girtiye, di encama operasyoneke taybet de hatiye girtin. Adil Mûsa Ebdilcezar der heqê DAIŞ’ê de ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve jî dihat xwedîkirin û xurtkirin, gelek agahiyên girîng dan.

Adil Mûsa Ebdilcezar di encama operasyoneke serkeftî ya hêza me ya Yekîneyên Antîteror (YAT) de bi saxî hat girtin."

ANHA