Rola MSD'ê di pêşeroja Sûriye û çareserkirina aloziyê de

Endamê MSD’ê Hesen Mihemed Elî got ku MSD di danûstandinên xwe de pêşeroja Sûriyeyê di çarçoveyeke demokratîk, piralî û nenavendî de ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ji xwe re bingeh digire û da zanîn ku MSD çareseriya aloziya Sûriyeyê bi giştî dinirxîne û ne pêkan e herêmên wê ji hev bêne cudakirin.

Rola MSD'ê di pêşeroja Sûriye û çareserkirina aloziyê de
4 îlon, 2018   09:56

KAMÎRAN XOCE – ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Duh Dîdargeha Firat a Lêkolînan der barê rewşa niha ya Sûriyeyê û pêşeroja wê de li bajarê Minbicê hate lidarxistin. Di dîdargehê de siyasetmedaran û endamên partiyan geşedanên dawîn li qada giştî Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Piştî dîdargehê endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî ji ANHA'yê re axivî û got ku dîdargeh di hemû aliyên wê yên siyasî, çandî û fikrî de serkeftî bû.

Hesen Mihemed Elî da zanîn ku dîdargeh peyameke ji hemû welatiyên Sûriyeyê re bû û tê de nêrîna MSD'ê wekî welatiyên Bakurê Sûriyeyê ji çareseriya Sûriyeyê re di çarçoveya Sûriyeyeke hevgirtî, piralî, demokratîk û nenavendî de zelal kir.

Mihemed Elî got ku çareserî girêdayî hemû herêmên Sûriyeyê ye û Minbic ne li derveyî çareseriya giştî Sûriyeyê ye. Der barê danûstandin û hevdîtinan de Elî got ku MSD'ê hemû pêkhateyên herêma ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine rizgarkirin, digire nava xwe. Elî got ku ew guhertina rêjîma li Sûriyeyê ber bi nenavendiyê ve armanc dikin.

Di dîdargehê de pirsên girêdayî geşedan û guhertinên dawîn ên li qada Sûriyeyê bersivandin. Sekretêrê giştî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef  da zanîn ku dîdargeh bi însiyatîfa Navenda Firat a Lêkolînan hate organîzekirin.

ANHA