“Bîryara Îranê li dijî Îslamiyetê ye”

Hevserokê Yekîtiya Oldaran a Herema Cizîrê Mihemed Xarzan diyar kir ku bîryara rejîma Îranê li dijî ola Îslam, huquq û mafê mirovan e û pêwîstê ew bîryar bi lez werê vekişandin.

“Bîryara Îranê li dijî Îslamiyetê ye”
4 îlon, 2018   09:49

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Rejîma Îranê, heta niha gelek siyasetmedar û kesayatiyên Kurd darve kirin. Yek ji girtiyê siyasî ku der barê wî de biryara darvekirinê hatiya dayîn aktîvîstê Kurd ê 24 salî Ramîn Hisên Penahî ku cezayê îdamê lê hat birîn e. Ramîn Hisên Penahî li Girtîgeha Navenda Senendîc (Sîne) girtî dê tê girtin.  Rejîma Îranê derhaqî Rahîm Hisên Penahî ji bo îro bîryara dalaqandine daye.

Derbarê bîryara rejîma Îranê Hevserokê Yekîtiya Oldaran a Herema Cizîrê Mihemed Xarzan ji ajansa me re axivî û got: “Di ola Îslamê de mirov di asta herî pîroz deye ku bi azadî pêwîstê nêrîna xwe bîne ser ziman.  Jİ bo nêrîna xwe, kes nikarê werê îdam kirin.”

Bîryara Îranê li dijî Îslamê ye

Mihemed Xarzan despêka axaftina xwe de di derbarê bîryara daliqandina Rahîm Hisên Penahî, rejîma Îranê şermezar kir û got: “Rejîma Îranê li ser navê Îslmiyêtê deshilatdariya xwe dide meşandin.  Rejîma Îranê heta niha derhaqê gelêk siyasetmender û kesayetên kurd de bîryara dalaqandinê daye û hejî dide. Ola Îslamê tu carî bîryarên wiha qabûl nake. Ew bîryara rejîma Îranê li dijî Îslamê ye. Rejîma Îranê bi zanistî siyasetekê qirej li ser gelê Kurd didin meşandin.  Di hemû dewletên ku li dijî mafê Kurdan tev digerin ciwanên Kurd hedef digrin. Daliqandin li dijî mafê mirovan e.  Di ola Îslamê de mirov asta herî pîroz deye ku bi azadî pêwîstê nêrîna xwe bîne ser ziman.  Jİ bo nêrîna xwe kes nikarê werê îdam kirin.”

pêwîstê bîryara dalaqandinê werê vekişandin

Mihemed Xarzan da zanîn ku Îslamiyet azadî û mafên mirovan diparezê û wiha pê da çû: “Rejîma Îranê li ser navê Îslamiyêtê siyaseta xwe ya qirej dide meşandin û hewldide ku siyaseta xwe rewa bike. Lê rastiya ola Îslamê da hemû mirov dikarin bi azadî nêrîna xwe bînin ser ziman. Em bîryara rejîma Îranê derhaqî Rahîm Hisên Penahî şermezar dikin û dibejin pêwîstê bîryara dalaqandinê bi lez werê vekişandin.”

Mihemed Xarzan anî ziman ku tevgere rejîma Îranê tu carî pisgireka gelê Kurd çareser nake, mixabin pirsgirekê kurtir dike û got: “Bibîryara îdam kirinê wê tu çareserî li pêş neveke. Ew biryar di aliyên olî, huquqî, siyasî û mirovahî de naye qabûl kirin. Di sedsala  21’emîn de pêwîste li hemû dewletan zagona darvekirine werê rakirin.  Kesayetên Kurd neyen hedef girtin.”

Hevserokê Yekîtiya Oldaran a Herema Cizîrê Mihemed Xarzan dawiya axaftina xwe de bang li hemû oldarên cîhanê, saziyên navnetewî û mafên mirovan kir ku di li hemberî bîryara daliqandina Rahîm Hisen Pênahî  derbikevin û li dijî tevgera rejîma Îranê bisekinin.

ANHA