Li ser daxwaza welatiyan rê têne sererastkirin

Li ser daxwaza welatiyan, Şaredariya Gel a Girkê Legê dest bi sererastkirina rêyên xerab kir

Li ser daxwaza welatiyan rê têne sererastkirin
Li ser daxwaza welatiyan rê têne sererastkirin
Li ser daxwaza welatiyan rê têne sererastkirin
4 îlon, 2018   09:34

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Girê Legê ya girêdayî herêma Dêrîkê dawiya hefteya çûyî, kortên ku vebûne paqij kirin û girtin. Ev yek jî li ser banga welatiyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên di kolanan de, hate kirin.

Ev du roj e werşeyên fenî li aliyê başûrê bajarok ve kar dikin, li gorî endama Buroya Fenî ya Şaredariya Gel Alaa Elî diyar kir ku niha 950 metreçargoşe ji ziftê hatiye hazirkirin ji bo sererastkirina rêyan û wiha got: "Awayê çêkirina rêyan bi 3 qonaxan tê kirin, destpêkê madeya MCO li ser cihê ku dê were sererastkirin tê reşandin, paşê ziftê direşînin û paşê ziftê rast dikin."

Alaa destnîşan kir ku werşeyên fenî dest bi sererastkirina kolana sereke ya Girkê Legê kiriye ji bo ku cihê wê xweşik xuya bike.

Hevserokê Şaredariya gel a Girkê Legê Silêman Hesen got ku buhayê projeya sererastkirina kolanan bi 15 milyon lîreyên Sûriyeyê ye.

Tê payîn ku Şaredariya Gel li navenda bajêr, rêyên ku xerab bûne di hefteya pêşîn de sererast bike.

(jo)