Talîbanê mirina Heqanî ragihand

Tevgera Talîban a Afganistanê mirina serokê Toreya Heqanî, Celaledîn Heqanî ku şerê NATO'yê li Afganistanê dike, ragihand.

Talîbanê mirina Heqanî ragihand
4 îlon, 2018   09:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Site ya çavdêriya malperên radîkal daxuyaniyeke tevgera Talîban a Afganistanê weşand ku tê de hate ragihandin ku serokê Toreya Heqanî, Celaledîn Heqanî ku şerê NATO'yê li Afganistanê dike, di encama nexweşiyekê de miriye.

Di daxuyaniyê de dîroka mirinê nehatiye diyarkirin, lê tê gumankirin ku ew li Pakistanê ye û temenê wî 70 sal derbas kiriye.

Celaledîn Heqanî di salên 80'yî de bi armanca şerê li dijî hebûna Sovyetê li Afganistanê toreyek ava kir û alîkariya xwe ji Amerîka û Pakistanê wergirt.

Heqanî cihê xwe di paya wezaretê ya rêjîma Talîbanê de di salên 90'î de girt. Ji destpêka sala 2001'an ve dest bi şerê li dijî Amerîka û hêzên NATO'yê kir piştî ku êrîşî Afganistanê kirin û rêjîma Talîban hilweşandin.

Toreya Heqanî, baskê radîkal ê Tevgera Talîban e û gelek êrîşên li Afganistanê yên li dijî hêzên Amerîka û hêzên NATO'yê bi wê ve hatin girêdan. Her wiha tê gumankirin ku têkiliyên wê bi DAIŞ'ê re xurt in ku êrîşên xwîndar li Kabîlê pêk anîne.