Welatiyên Til Hemîs biryara darvekirina Ramîn Penahî şermezar kir

Şêniyên navçeya Til Hemîsê biryara darvekirina hikumeta Îranê ji Ramîn Penahî re şermezar kir û got biryarên bi vî rengî di ola îslamê de nayên qebûlkirin û pêwîst e rêxistinên mafên mirovan sînorekî ji vê biryarê re deynin.

Welatiyên Til Hemîs biryara darvekirina Ramîn Penahî şermezar kir
4 îlon, 2018   09:19

ŞEHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Hikumeta Îranê biryara darvekirinê der heqê siyasetmedarê Kurd Ramîn Huseyîn Penahî ji ber têkoşîna wî ya siyasî girt. Di vê çarçoveyê de welatiyên navçeya Til Hemîsê ev biryar şermezar kir.

Mihemed El-Nasir ê ji gundê Xiwêtla, biryara der barê ciwanê kurd Ramîn Penahî de şermezar kir û diyar kir ku di ola îslamê de biryarên bi vî rengî sûc in. Her wiha bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan kir ku der barê biryara der heqê Ramîn Penahî de bikevin tevgerê û helwestên xwe nîşan bidin.

Abdullselam El-Xenam ê ji gundê El-Xenamiye, binpêkêrina der heqê gelê Kurd li Îranê got biryarên bi vî rengî der barê Ramîn Penahî û ola îslamê de sûc e, ev biryar ji ber ku tenê ew siyastmedar bû û di ola îslamê de nayê qebûlkirin.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Selîm Osman ê ji gundê Meslûsa biryara darvekirina ciwanê Kurd Ramîn Penahî şermezar kir û destnîşan kir ku tiştên bi vî awayî sûc in û hemû gelê Til Hemîs kiryarên bi vê awayî ku hikumeta Îranê der barê gelê Kurd de dimeşîne, şermezar dikin. Di dawiyê de Osman rewşa gelê Kurd li Îranê destnîşan kir ku gelê Kurd li Îranê ji hemû gelên din cuda ye, ji ber wê Îran biryarên darvekirina Kurdan dide.

(bx)

ANHA