Trump: Divê Beşar El-Esed bi hovîtî êrîşî Idlibê neke

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku divê serokê rêjîma Sûriyeyê Beşar El-Esed bi hovîtî êrîşî parêzgeha Idlibê neke û diyar kir ku dibe ku êrîş karesateke mirovî pêk bîne.

Trump: Divê Beşar El-Esed bi hovîtî êrîşî Idlibê neke
4 îlon, 2018   09:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro der barê êrîşa leşkerî ya bi alîkariya Rûsya û Îranê li dijî parêzeha Idlibê de hişyarî da ku herêma dawîn a deverên kêmpevçûn li derveyî serweriya wê ye.

Trump li ser rûpela xwe ya Twitterê wiha got: "Divê serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed bi hovîtî êrîşî parêzgeha Idlibê neke. Rûsya û Îran dê şaşiyeke mezin der heqê mirovahiyê de pêk bînin, eger beşdarî vê karesata mirovahî bibin. Ne pêkan e bi sed hezaran mirov bêne kuştin. Rê li pêşiya vê mijarê bigirin."

Daxuyaniya Trump di heman dema hevdîtina wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Mihemed Zerîf bi serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed re li bajarê Şamê pêk hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Berham Qasimî ragihand ku ji mafê rêjîma Sûriyeyê ye şerê komên terorîst li parêzgeha Idlibê bike.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov di axaftina xwe de li pêşiya Peymangeha Moskovê ya Têkiliyên Navneteweyî ya Hikumetê got ku parêzgeha Idlibê zemîna amadekirina êrîşên terorîst ava dike û ji vê herêmê gelek firoke bi ser baregehên Rûsyayê yên li Sûriyeyê de hatin şandin û wiha anî ziman: "Ne pêkan e ev mijar were qebûlkirin. Ji bo çareserkirina vê mijarê em bi Tirkiye û Îranê re di nava xebatan de ne."

Li aliyê din Tirkiye hewl dide Cebhet El-Nusra bihelîne û terorîstên wê yên biyanî ji yên din cuda bike û beşdarî nava komên terorîst ên din bike û wek serkeftinekê xwe pêşkêşî maseya lûtkeya sêalî ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de bike.