ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.08.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.08.2018
31 tebax, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

- Li navçeya Amûdê ji bo şervanê YPG‘ê Kazim Hecî Yûnis merasîmê sersaxiyê tê lidarxistin. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POTRA

- Welat Îsa ango Şoreş xebatên çandê û ciwanan bes nabîne û tev li refên YPG'ê dibe. Ji hevalên xwe re çavkaniya hêz û berdewama xeta berxwedanê bû. Di cenga girê Qestelê û taxa Eşrefiyê de piştî berxwedaneke bêhempa ku bi rizgarkirina taxê bi encam dibe, tev li kerwanê şehîdan bû. (BI WÊNE).

DOSYA

- Di pêvajoya şerê li Sûriyayê de, komên çete û terorîst, li cihê ku lingên wan gihaştiyê wêranî û xerabî kirin, ji bilî kuştina mirovan û hilweşandina gund û bajaran, şûnwarên dîrokî jî ji destên wan xilas nebûn, li herêmên mîna Palmêra, Reqa, Dêrazorê, Heleb û gelek cihên dîrokî hilweşandin. Niha jî dagirkeriya Tirk rêbazên DAIŞ`ê dişopîne û li herêma Efrînê şûnwaran û cihên dîrokî wêran dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Mirî El-Şibilî, destnîşan kir ku bi girtina rêjîma ji parêzgeha Idlibê re lihevkirinên civînên Cinêv û Astanayê bi dawî dibe û got, herêmê dê carek din bikeve bazirganiyekê de ji aliyê Tirkiyê ve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmendarên Taxa Şêxmueqsûd a Helebê anîn ziman ku rêxistinên mirovî û hiqûqa mafê mirovan ji binpêkirinên li Îmralî yên der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berpirsyar in. Siyasetmedarê tekez kirin ku Tirkiyê bi ferzkirina tecrîdê dixwaze îradeya gelê Kurd tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Hevserokê berê yê Desteya Rêveber ê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku pêwîstiya merheleya heyî bi avakirina rêveberiyeke hevbeş ji bo Bakurê Sûriyeyê heye û anî ziman ku yek ji armancên sereke yên Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê komîte û desteyên girêdayî TEV-DEM‘ê veguhzînin Rêveberiya Xweser. Xelîl destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê cihek girîng di Kongreyê de girt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Hejmarek ciwanên Ereb ên herêma Şehbayê gotin, dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê ne tenê Kurd, hemû pêkhateyên dike hedef û tekez kirin ku ew amade ne beşdarî pêngava rizgarkirina Efrînê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayîka Ş.Selam Fîdan Fayiq 5 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan re rûniştiye. Di her cerekê de tiştên nû jê fêr dibe. Rêya azadiyê dişopîne û ewladên xwe fêrî vê rêgezê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêvebera Kongreya Star a Hesekê Rîma Mehmûd diyar kir ku li Hesekê biryarên Konfransa 7‘an Konreya Star têne pêkanîn û destnîşan kir ku 7 komîteyên xizmetguzarî ji bo jinan hatin ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Ji bo parastina zimanê xwe, peymangeha Qin El-Şin vekirin. Berpirsa peymangehê Miryam Milkê diyar kir ku armanca vekirina peymangehê ew e ku zimanê Suryanî ji nû ve belav bikin û fêrî zarokan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê 3‘yemîn konferansa xwe li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Dirbesiyê ji nebaşiya riyan zehmetiyan dikşînin. Şaredariya Gel a navçeyê soz da ku riyan sererast û qîr bike. Lê derfetên şaredariyê sozên wê paşde dihêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundewarên herêma Cizîrê ji ber guncawbûna rewşa hewayî, kêmbûna mesrefa xerçkirinê, her wiha peydabûna madayên sereke yên avakirinê, xaniyên kelpîçan têne çêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundewarên herêma Cizîrê gavan ber bi pêşxistina aboriyê herêmê ve di avêjin û projeyên biçûk li gorî derfetên xwe vedikin, ji wan xwedîkirina mêşên hingiv in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zanîngeha Kobanê sala nû ya perwerdê bi zêdekirina du beşan pêşwazî dike. Her wiha beriya 3 rojan destpêkirina qebûlkirina daxwaznameyên tomarkirinê di hemû beşan de ragihandibû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA