Hêzên dagirker girtin ser gundên Efrînê û bi dehan sivîl revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Kebşîn ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi dehan sivîl revandin û milkên wan talan kirin.

Hêzên dagirker girtin ser gundên Efrînê û bi dehan sivîl revandin
30 tebax, 2018   21:11

EFRÎN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine girtin, artêşa Tirk a dagirker û koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam şeva pêncşemê girtin ser gundê Kebşîn ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û bi dehan gundî revandin û birn cihekî ne diyar.

Hin gundiyan dikarî xwe dagirkeran xelas bikin û ber bi bax û paxçeyan reviyan.

Çavkaniyî destnîşan kir ku çeteyan girtin ser malên welatiyan û het tiştên tê de talan kirin.

Çavkaniyekî din ji navçeya Bilbilê  destnîşan kir ku bendên kontrolê li çiyayê navçeyê çêdikin û çekên giran datînin.

ANHA