Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3

Di pêvajoya şerê li Sûriyayê de, komên çete û terorîst, li cihê ku lingên wan gihaştiyê wêranî û xerabî kirin, ji bilî kuştina mirovan û hilweşandina gund û bajaran, şûnwarên dîrokî jî ji destên wan xilas nebûn, li herêmên mîna Palmêra, Reqa, Dêrazorê, Heleb û gelek cihên dîrokî hilweşandin. Niha jî dagirkeriya Tirk rêbazên DAIŞ`ê dişopîne û li herêma Efrînê şûnwaran û cihên dîrokî wêran dike.

Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve - 3
31 tebax, 2018   04:20

Li ser şopa DAIŞ`ê Tirkiyê şaristaniya bakurê Sûriyê wêran dike

SELAH ÎBO- BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Di hin dîmenên taybet de ku ji Efrînê gihaştine ber destê me, xuya dike ku çeteyên dewleta Tirk cihên dîrokî û şûnwaran talan dikin, mezarên olî dikolin. Çeteyan cihên dîrokî bi dîwarên hesinî girtine û li wir kolan û lêgerînê dikin, her wiha ji bo diziya xwe ji çavan veşêrin gelek deverên dîrokî kirine baregehên leşkerî.

Kantona Efrînê bi cih û şûnwarên dîrokî tê naskirin. Di şikefta Duderiyê de hestiyên zarokekî 2 salî ku yê serdema Neandertalan bû, hate dîtin, ji cîhanê û zanistê re mîna diyariyeke mezin bû. Her wiha gelek deverên dîrokî û şûnwarên din li Efrînê hene, mîna kela Nebî Hûrî, Girê Eyindara û gundê Beradê ku di lîsteya şûnwarên cîhanî ya UNESCO`yê de hatine belgekirin.

Xwezaya Efrînê, her wiha herêm û deverên dîrokî û şûnwarên wê, egerê wê yekê ne ku Efrîn bibe cihekî girîng ê geşt û turîzmê, lê bi salan ev dever ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye paşguhkiirin.

Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, rêveberiya xweser dest bi xebatên parastina şûnwaran û cihên dîrokî kir, ji bo wê zagonên taybet saz kirin û rêveberiyeke taybet ava kir, ev rêveberî kar û barê parastina cihên dîrokî dikir, ên nû belge dikirin û yên xerabûyî jî restore dikirin. Di encama van xebatan de cihên dîrokî mane parastî û welatiyên kantonê û yên derve jî dihatin geşt û seyrana şûnwaran.

Artêşa Tirk şûnwarên şaristaniya Mîtanî û Hûriyan hilweşandin

Yek ji cihên dîrokî yên girîng li Efrînê şûnwarên girê Eyindara ye. Li gorî gelek dîroknas û arkeologan dîroka wan digihîje serdema Hîtît û Hûriyan, arkeolog dibêjin ku ev dever li ser stîla avahiyên Hîlanî ku şêweyekî avahiyê ya Hûrî-Mîtanî ye, hatiye avakirin. Di pêvajoya şerê Efrînê de ev dever bû armanca bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk. Di roja sêyemîn a êrîşan de, ango roja 23`yê Çileya 2018`an ev gir bi awayekî rasterast hate bombebarankirin. Ev kiryar nîşan dide ku dagirkeriya Tirk bi plan êrîşî şaristaniya gelên herêmê yên kevn (Kurdan) dike.

Arkeolog Selahedîn Sîno ku yek ji xebatkarên rêveberiya şûnwaran e, diyar kir wan wêraniya ku di encama êrîşê de li Eyindara çêbûye, belge kirine, li gorî wê nêzî ji sedî 60 ji vê deverê hatiye rûxandin û wêrankirin.

Êrîşên li dijî şaristaniya Efrînê bi Eyndara sînordar nema, di hefteya sêyemîn a êrîşan de li devera kelha Nebî Hûrî (bajarê Koriş an Sîros), şûnwarên ji dema Romaniyan hatin topbarankirin û gelek ziyan gihaşt şûnwaran.

Şaristaniya xiristiyanî jî hate wêrankirin

Ji deverên din ên di bin topbaranê de mane, devera Elbiskê ya dîrokî ku li navçeya Raco ye, li deverê tabloyên mozaîk ên ji hezar salan berî zayînê hatine çêkirin, hene. Her wiha girên dîrokî yên Cindirêsê hatin topbarankirin, li gundê Beradê yê Şêrawa jî deverên dîrokî roja 22`yê Adarê rastî bombebaranê hatin. Rêveberiya şûnwaran û mûzeyan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk li dijî şûnwaran û deverên dîrokî û cihên olî şermezar kir û wek êrîşên hovane bi nav kirin.

Bombebarana artêşa Tirk û çeteyên wê gelek avahiyên dîrokî jî rûxandin, ji wan dêra Colyanos û di dêrê de jî tirba Mar Maron e. Ev dêr ji kevntirîn dêrên cîhanê ye, di dawiya sedsala 4`mîn de hatiye avakirin, her wih li wê deverê gelek dêrên Bîzansî, cihên olî, serşok, mal, goristan û kargehên zeytûnan ên dîrokî hene, hemû jî yên sedsalên duyemîn û sêyemîn in, di sala 2002`yan de ji aliyê şandeyeke arkeologên Fransî ve hatine dîtin û bûye qubleta bi milyonan xiristiyanên Maronî.

Li bakurê Sûriyeyê 40 deverên dîrokî li ber metirsiyê ne

Rêveberê şandeya Sûrî ya şûnwaran li bakurê Sûriyê Dr. Mamûn Ebdilkerîm ji çameniyê re diyar kir ku kiryarên wêraniyê yên di encama şer de dibin, dê karesateke çandeyî bi xwe re bîne, bi taybet dê bibe sedema hilweşîna 8 deverên dîrokî yên parastî ku di lîsteya şûnwarên cîhanî de ne. Ebdilkerîm da zanîn ku 3 ji wan şûnwaran li çiyayê Semanê ne, 5 jî li parêzgeha Idlibê ne, li van 8 deveran nêzî  40 şûnwarên bakurê Sûriyeyê hene.

Ji bilî hilweşandin û wêraniyê gelek şêweyên din ên talankirina şûnwaran rû dan, çeteyan dest bi diziya şûwaran kir, ji Tirkiyeyê alavên lêgerînê yên nû anîn, li wan deveran lêgerînê dikin û didizin.

Bi piştgiriya artêşa Tirk çete şûnwaran didizin

Piştî dagirkirina Efrînê, komên çete bi alîkariya artêşa Tirk dest bi diziya şûnwaran kir, piraniya deverên dîrokî wek cihên qedexe hatin destnîşankirin û nahêlin sivîl û welatiyên Efrînê yên xwecih nêzî wan deveran bibin. Rêveberiya şûnwaran a kantona Efrînê diyar kir ku ew ji nêz ve rewşa şûnwarên Efrînê dişopînin û binpêkirinên dagirkeriya Tirk belge dikin.

Di hin dîmen û wêneyên me ji rêveberiya şûnwaran a Efrînê girtine de xuya dike ku li devera Nebî Hûrî kampên lêgerîna şûnwaran hatine avakirin, lêgerîn û kolan bi alavên nûjen tên kirin, her wiha li kêleka kampê avahiyek hatiye avakirin, lê ne diyar e ka çi li wê avahiyê dibe.

Deverên dîrokî bûne kampên dizî û hilweşandinê

Dagirkeriya Tirk li dora kelha Nebî Hûrî ku yek ji deverên dîrokî yên girîng e, dîwarek ava kiriye. Li gorî arkeolog Selahedîn Sîno, dîwar ji bo ku diziyê veşêrin hatiye avakirin.

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku komên çete şûnwarên gundê Beradê talan kirine û tirba Mar Maron û dêra Colyanos jî kolane. Her wiha şûnwarên Dêra Mişmişê yên nêzî gundê Beradê yê navçya Şêrawa bi zanebûn hatine xirabkirin. Her wiha girê Cindrêsê yê dîrokî û devera Kefer Nebo û Kobalê, gundê Kitix ê Mabata jî bi awayekî bê rêk û pêk kolan hatiye kirin. Dîsa şûnwarên devera Xirabê Zera ya li gundê Tirmîşa li navçeya Şiyê bi tevahî hatine talankirin, piştî ku çeteyên dagirkeriya Tirk nehişt şêniyên gund du mehan vegerin malên xwe.

Li gorî raporeke berfireh ku ji aliyê rêveberiya şûwaran a kantona Efrînê ve hatiye amadekirin, çeteyan ji bo karibin hin şûnwar û entîke û mozaîkên di bin axê de derxin û bidizin, hin malên welatiyan jî hilweşandine.

Di nava binpêkirinên ku aliyê têkildar belge kirine de, artêşa Tirk gudên Qerequlaq û Kefer Romê kirine herêmên leşkerî û li wir kolanê dikin û şûnwar û entîkeyên zêr derdixin. Gelek çavkaniyên herêmî da zanîn ku ji van deverên hatine kolandin gelek entîke, tiştên zêrîn û qafik derketine.

Gelo UNESCO`yê Tirkiye der barê rêzgirtina zagonên navneteweyî de hişyar kiriye?

Arkeolog Selah Sîno di hevpeyvîneke taybet de ji anansa me re diyar kir ku diziya şûnwaran û tiştên di mûzeyan de, lêgerîn û firotina şûnwaran û entîkeyan ji bo komên çete yên Sûriyeyê  mîna DAIŞ û El-Nusra bûye jêdera finansê. Lewma li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê cihên dîrokî hatine talankirin û dizîn. Lê rewşa Efrînê cuda bû. Sîno dibêje bombebarana li ser herêmên dîrokî nîşan dide ku artêşa Tirk a dagirker berê plan kiribû ku herêmên dîrokî hilweşînin û dîroka herêmê winda bike û wiha got: “Ev êrîşeke hovane û bi plan bû li dijî şaristanî û çanda mirovahiyê.”

Bi qasî agahiyên ku rêveberiya şûnwaran a Efrînê ji rêxistina neteweyên yekbûyî ya perwerde û zanist û çandê UNESCO`yê girtine, beriya êrîşên li dijî Efrînê, UNESCO`yê koordînatên (nexşeya ku cihên dîrokî nîşan dide), radestî Tirkiyeyê kirine, lê artêşa Tirk zagon û pîvanên navneteweyî yên girêdayî parastina şûnwaran, ku mîrateya tevahî mirovahiyê ne, binpê kirine.

Goran olî jî hatin kolan

Ji bilî deverên dîrokî û şûnwaran, her wiha mezarên girêdayî olên herêmê jî hatin kolan û hilweşandin, ji wan mezaran, mezara Şêx Henan û mezara Qerecirnê û gelek Tirb û mezarên li cihên cuda ên kantonê jî hatin hilweşandin.

Parêzer Mihemed Cemîl da zanîn ku kolana cihên şûnwaran, lêgerîn û diziya şûnwaran, binpêkirina zagonên navneteweyî ye û wiha dibêje: `”Tirkiyê hewl dide şaristanî û çanda Sûriyeyê tune bike, bi taybet çanda kurdî li herêma Efrînê, ev kiryar jî li dijî hemû zagon û pîvanên navneteweyî, yên  di sala 1966`an hatine erêkirin in, li gorî zagonê pêwîst e di dema pevçûnên çekdarî de nirxên çandî û civakî, kevneşop û şaristaniya mirovahiyê bêne parastin.”

Bangewazî, lê gelo kes dê guhdar bike?

Arkeolog Selahedîn Sîno da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê çawa şûnwarên Palmêrayê hilweşandin, niha dagirkeriya Tirk jî heman tiştî li Efrînê dike, Sîno bang li rêxistinên têkildar kir ku bi lez destwerdanê bikin, serdana herêmên dîrokî bikin û berpirsyariyên xwe pêk bînin, li dijî êrîşên hovane, şûnwarên Efrînê biparêzin.

(k/ew)

ANHA