3`yemîn konferansa Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê sibê ye

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê sibê 3`yemîn konferansa xwe li ser asta herêma Cizîrê bi dirûşma "Bi fikrekî azad û ronakbîriyê em ê berxwedana Efrînê xurt bikin" li dar dixe.

3`yemîn konferansa Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê sibê ye
30 tebax, 2018   12:01

QAMIŞLO

Sibê 3`yemîn konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo dê were lidarxistin. Tê payîn ku dê 160 delege tev li konferansê bibin. Her wiha vexwendname ji hemû saziyên sivîl, çandî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ji aliyê komîteya amadekar ve hatin şandin.

Yekitiya Rewşenbîran di konferansê de dê kar û xebatên xwe nîqaş bike.

(bx)

ANHA