Piştî çalakiyan, malbatên çeteyan direvin gundên li ser sînor

Li bajarê Efrînê îro di saetên sibê de teqînekê rû da. Her wiha gelek malbatên çeteyan ên ku ji derve hatine û li Efrînê bi cih bûne, piştî çalakiyên bibandor direvin gundên ser sînor.

Piştî çalakiyan, malbatên çeteyan direvin gundên li ser sînor
30 tebax, 2018   11:27

EFRÎN

Li gorî çavkaniyan ji Efrînê ji ajansa ma ANHA`yê re diyar kir ku îro saet di 05:00`an de li nêzî Çerxerêya Kawa ya navenda bajarê Efrînê teqînekê rû da û tu agahî der barê ziraran de bi dest neketin.  

Her wiha çavkaniyan ji Efrînê diyar kir ku malbatên çeteyan ên ku xwe li Efrînê bi cih kirine di nava du rojên dawîn de ber bi gundên ser sînor ve direvin. Ev yek jî piştî ku şervanên YPG û YPJ`ê ev du roj e çalakiyên bibandor li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li dar dixe, pêk hat. Li Efrînê niha bi giştî rewşeke ne aram heye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên ku xwe li Efrînê bi cih kirine, dikanên bazirganiyê yên ku ji şêniyên Efrînê standine, bêyî sedem vala dikin.

Her wiha li Efrînê ji duh ve li nêzî Çerxerêya Kawa Hedad a navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyên El-Sultan Mihemed El-Fatih û çeteyên Firqa 9 ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerên dijwar derketin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Her wiha şevê din li nêzî Çerxerêya Newroz li ser rêya Raco ya navenda bajarê Efrînê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 3 leşkerên Tirk, çeteyek, 4 kesên Xûta El-Şerqiye ku xwe li Efrînê bi cih kirine, hatin kuştin, her wiha zêdetirî 20 kesên din jî bi giranî birîndar bûne.

(bx)

ANHA