Çavkaniyên rêjîmê: Êrîşa li ser Idlibê nêz bûye

Çavkaniyên nêzî rêjîma Sûriyeyê diyar kir ku hêzên wê amadekariyên êrîşa li ser Idlibê û herêmên derdora wê yên bakurê rojavayê welat dikin.

Çavkaniyên rêjîmê: Êrîşa li ser Idlibê nêz bûye
30 tebax, 2018   11:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reuters yek ji çavkaniyên nêzî rêjîma Sûriyeyê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê amadekariyên êrîşên li ser parêzgeha Idlibê û herêmên bakurê rojavayê welat dikin.

Çavkanî yek ji berpirsên Koalîsyona Herêmî ye ku destekê dide rêjîmê û got di destpêkê de dê aliyên başûr û rojava yên di bin serweriya komên çekdar de bibin hedef, ne bajarê Idlibê bi xwe.

Her wiha hate diyarkirin ku di nava çend saetan de dê amadekarî bi dawî bibin da ku êrîş dest pê bikin. Berpirs destnîşan kir ku heta niha danûstandin der barê êrîşên Rûsya, Tirkiye û Îranê de ku di şer de alîkariya rêjîma Sûriyeyê dikin, didomin.

(bx/ew)