Ev 7 sal in parêzerên Ocalan nikarin miwekilê xwe bibînin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekilê xwe bibînin cara 783’an serlêdana xwe kirin.

Ev 7 sal in parêzerên Ocalan nikarin miwekilê xwe bibînin
30 tebax, 2018   10:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Ocalan tam 7 sal û 34 roj in nikarin miwekilê xwe bibînin.

Parêzer Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Fuat Çoşacak ji bo ku Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdanên ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve têne kirin, bi hincetên mîna ‘muxalefeta hewayê’, ‘koster xirabe ye’, ‘koster li ber tamîratê ye’ û ‘Rewşa Awarte’ bi rengekî kêfî û nehiqûqî nayên qebûlkirin.