Li Kerkûkê êrîş

Li Kerkûkê navçeya Hawîceyê êrîşeke xwekuj çû ser cihê kontrolê ya polîsan, bi kêmanî 2 polî hatin kuştin, 1 jê jî birîndar bû.

Li Kerkûkê êrîş
30 tebax, 2018   08:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrîşê de cihê kontrole yê li bajarokê Ebasî yê Hawîce bû hedef. Êrîşa xwekuj vê sibehê pêk hat, di êrîş de 2 polîs hatin kuştin û yek jê birîndar bû.

Hate gotin êrîşkar di nav otomobîlê de bi kincên polîsan nêzî cihê kontrole bûye, piştî teqînê ziyaneke mezin giha derdorê.

Heta niha kesî êrîş neniya ser xwe. Derbarê teqînê lêpirsînê dest pê kir.

31’ê Tîrmehê jî li Kerkûkê di konteynira gilêşê de teqîn çêbûbû û 1 kes miribû. Di teqînê de 2 kes jî birîndar bûbûn.