Pêşangeha El-Ensab a şaristaniyên Mezopotamyayê li Tebqayê vedibe

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Elî Elaya ragihand ku di 1'ê Îlonê de pêşangeha El-Ensab (xizm) a şaristaniyên Mezopotamyayê di bin dirûşmeya "Biratiya gelan rastiyek e û ne dirûşmeyek e" de dê were vekirin.

Pêşangeha El-Ensab a şaristaniyên Mezopotamyayê li Tebqayê vedibe
30 tebax, 2018   08:42

EYŞE MIDEWER / TEBQA

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Elî Elaya di hevdîtinekê de bi ajansa me ANHA'yê re ragihand ku hevkarî bi komeleya El-Ensab a Zanistî ya qebîleyên Ereban û Partiya Sûriyeya Paşerojê re pêk hatiye da ku peywendiyê bi dewletên erebî û kesayetên dîrokî û çandî re bikin da ku bêne vexwendin û beşdarî çalakiyên pêşangeha El-Ensab a şaristaniyên Mezopotamyayê bêne kirin.

Armanca pêşangeha El-Ensab El-Erebiyê ew e ku şaristaniyên li ser axa Mezopotamyayê jiyane, bêne nasandin. Her wiha ji aşiqên çand û kevneşopiyê re xebatên dîrokî yên gelên herêmê zelal dike, nemaze bi riya nexşe, fikr û semînerên ku dê tê de rêbaz û şêwazên ku hiştine ev şaristanî bibin xwedî girîngiyeke dîrokî ya mezin bêne gotûbêjkirin.

Di pêşangehê de dê nexşe û wêneyên hin kesayetên qebîle û eşîrên erebî, kurdî, suryanî û çerkezî û asûrî bêne pêşandan.

Elaya got ku di pêşangehê de wêneyên hin kesayetên dîrokî ku xwedî bandor û roleke mezin di pêkanîna fikr û têkoşîna civakê de di hemû aliyan de bêne pêşandan, nemaze ku hin taybetmendî heta niha tên jiyîn ku çand û huner gelan nêzî hev dike û ji radîkalbûnê dûr dixîne û rola wan di aramiya fikrî û hişmendiya gelan de mezin bû.

Hêjayî gotinê ye piraniya şaristaniyên Mezopotamyayê ji ber şerên li herêmê rû dane hatine pişaftin. Herî dawî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ku gelek peyker û nexşeyên şaristaniyên mirovahiyê li herêmê dizîn û di bazarên Tirkiyeyê de hatin firotin.

ANHA