Koalîsyona Ereb rapora NY’yê ya li ser Yemenê red kir

Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûd rapora şandeya pispora a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê Yemenê de red kir.

Koalîsyona Ereb rapora NY’yê ya li ser Yemenê red kir
30 tebax, 2018   07:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Yemenê Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî destekê dide Ebd Rabû Mansûr Hadî, Îran jî tê zanîn destekê dide Hûsiyan. Şerê ku 2014’an bi serîrakirina Hûsiyan dest pê kirî, 2015’an Adarê piştî ketina paytext Sanayê bi tevlêbûna koalisyona bi pêşengiya Siûdî bûbû krîzeke herêmî.

Şandeya pispor a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî peywirdar kirî, beriya bi çend rojan raporek weşand û di raporê de diyar kir hemû aliyên şer sûcê şer kirine.

Rapor navbeyna Îlona 2014’an û Hezîrana 2018’an vedihewîne. Di raporê de tê gotin koalisyona bi pêşengiya Siûdî li bazaran û tesîsên tenduristiyê xistiye, ‘hê zêdetir rasterast sivîl kuştine’. Di raporê de her wiha tê gotin hem koalisyona bi pêşengiya Siûd û hem jî Hûsiyên bi desteka Îranê bi rêya êrîşan û biçekkirinê zarokan dikine hedef.

Koalîsyona Ereb a dijberê Hûsiyan jî ragihand ku ew sûcdarkirinên di raporê de qebûl nakin. Daxuyaniya  koalîsyonê de di ajansa fermî ya Siûd SPA’yê de weşiya û hate gotin rapor ‘alîgir’ e.

Tê gotin di raporê de rola Îranê ya di şerê navxwe ya Yemenê de nehatiye vegotin, gelek xal kêm hatine hiştin.