'Artêşa Tirk heta cihên olî dike hedef'

Ji destpêka Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê ve binpêkirinên dewleta Tirk ji gundên li ser sînor re zêde dibin. Artêşa Tirk malên welatiyan û heta cihên olî dike hedef, rojane gule li ser wan gundan dibarîne. Şêniyên gundan pirs dikin gelo civaka navdewletî li ber van binpêkirinan çima bê deng e?

'Artêşa Tirk heta cihên olî dike hedef'
'Artêşa Tirk heta cihên olî dike hedef'
'Artêşa Tirk heta cihên olî dike hedef'
'Artêşa Tirk heta cihên olî dike hedef'
'Artêşa Tirk heta cihên olî dike hedef'
'Artêşa Tirk heta cihên olî dike hedef'
'Artêşa Tirk heta cihên olî dike hedef'
30 tebax, 2018   07:32

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Binpêkirinên dewleta Tirk der heqê gundên li ser sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ji destpêka Şoreşa Rojava ve, roj bi roj zêde dibin û hemû hevpeymanên mafên mirovan binpê dikin. Artêşa Tirk bi armanca tirsandina şêniyan û derxistina wan ji gundan, wan gulebaran dikin.

Gundê Til Cihan, 15 km dikeve bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê li herêma Cizîrê. 300 metre ji sînor dûr e. Kurd û Suryan lê dijîn. Gund ji beriya 6 salan ve ji aliyê artêşa Tirk ve û bi awayekî domdar di saetên êvarê de tê gulebarankirin. Di hemû malên gundiyan û deverên îbadetê de şopên guleyan bala mirov dikişîne.

Ehmed Çaçan ji şêniyên gundê Til Cihan e, diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Bakurê Sûriyeyê ve, hemû pîvanên navdewletî bi hedefgirtina gund, binpê dike.

Şêniyên gund di rewşeke tirsnak de ne

Her wiha Ehmed Çaçan destnîşan kir ku leşkerên artêşa Tirk berêvarî  bi hemû cureyên guleyên pêşketî wekî guleyên sojer û teqîner gund hedef digirin û wiha domand: "Şêniyên gund di rewşeke tirsnak de dijîn û nikarin serbest di malên xwe de tev bigerin."

Welatiya ji pêkhateya Suryan bi navê Seyîde Îşoi jî diyar kir ku dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên hovane Ereb, Kurd û Suryanan hedef digire û wiha got: "Di gund de ji sedan salan ve em hemû pêkhate Kurd û Suryan bi hev re dijîn. Niha dewleta Tirk aramiya me hedef digire."

Dêr jî ji binpêkirinên dewleta Tirk nefilitî

Seyîde diyar kir ku dewleta Tirk baweriyên olî jê re hurmetê nake û wiha pê de çû: "Artêşa Tirk heta dêra gund dike hedef û hemû guleyên wan di dîwarê dêrê re çûn."

Di dawiyê de Seyîda Îşoi destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van kiryaran hemû pîvanên navdewletî û mirovî û bi kuştina zarok, kalûpîr û rûxandina malan binpê dike û wiha domand: "Artêşa Tirk bi armanca çewisandina nasname û baweriyên me, cihên olî ji mizgeft û dêran hedef digire. Eceba rêxistinên navdewletî ji bo van kirinan li ku derê ne? Çima heta niha bê deng in? "

(şx-ew)

ANHA