Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in

Şêniyên bajarê Hesekê ji ber nebaşbûna nan gazincan dikin. Aliyên têkildar jî sedema vê pirsgirêkê dispêrin nebaşbûna ard. Rêveberiya Aborî jî hewl dide pirsgirêkê çareser bike.

Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in
Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in
Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in
Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in
Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in
Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in
Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in
Welatiyên Hesekê ji ber nebaşbûna nan bi gazinc in
30 tebax, 2018   07:42

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Di demên dawîn de li bajarê Hesekê tevî ku 33 firin xizmeta şêniyên bajêr dikin, lê şênî di peydakirina nan de zehmetiyan dibînin. Her wiha kêmkirina rêveberiya firinan ji nan re dihêle ku hemû malbat ne li gorî pêwîstiyên xwe nan bigirin. Ji ber vê yekê vê pirsgirêkê dispêrin aliyên peywendîdar.

Jina ku nan li taxa Kelasê belav dike Fetûma Şêxmûs destnîşan kir ku miqdarê nan pir kêm e, nanê ku ji wan re tê ne yê xwarinê ye, ne baş e û ev yek dihêle ku kesên nan belav dikin tu sûdê ji belavkirina nan nebînin, ji ber ku welatî wî nanê nebaş ku piraniya wî şewitiye, nakirin û ji ber vê yekê jî welatî gazincan dikin.

Fetûma diyar kir ku wê bi xwe gazincên welatiyan ji komîteyên zimhêrê û ya zabîtê yên şaredariyê re birine û heta niha tu besiv ji wan re nehatiye dayîn.

Di nava gazincên welatiyan de ku nanê ji firinên siyahî dikirin pir buha ye, her rebteyek nan li firina mezin bi 100 lîreyên Sûrî tê firotin lê li firina siyahî bi 200 lîreyî ye.

Her wiha dayika Ehmed a ji taxa Til Hecer gazincên xwe ji ber nebaşbûna nan kir û xwest nanê baş ji wan re were peydakirin, ji ber ku madeyeke sereke di jiyanê de ye.

Dayika Farûq destnîşan kir ku nanê firnên mezin nayên xwarin ji ber wê neçar dimînin ku nan ji firinên taybet bikirin.

Nebaşbûna ard sedema nebaşbûna nan e

Di çarçoveya gazinên welatiyan de yek ji rêveberên Firina 8’ê Adarê Hisên Mihemed diyar kir ku ew di rojê de 18 saetan kar dikin, nan ji ber ard ne baş e, gelek caran ardê kevn ji wan re tê şandin, her wiha rêjeya genimê terî di ard de kêm e. Her wiha diyar kir ku ji ber ku firin xira dibe, gelek caran nan dişewite.

Welatiyê bi navê Mihemed got kesên ku nan li welatiyan belav dikin di firinan de hene lê şopandin tune ye, ji ber wê nan kêm e.

Komîteyên şopandinê erka xwe pêk naynin

Ji rêveberên Beşa Zabîte û Komîteya Parastina Mustehlik a Şaredariya Gel a Rojava ya bajarê Hesekê Saed Necar destnîşan kir ku ji ber ku gelek madeyên din dixin nava ard û zêdebûna rêjeya genimê qasî, dihêle ku nan ne baş be.

Her wiha destnîşan kir ku ji ber ku endamên Komîteya Şopandinê ya girêdayî Rêvebiya Aborî erka xwe pêk naynin, ji ber wê nan ne baş e û kêm e.

Hevkariya me kêm e û hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin

Desteya Aborî ya Kantona Hesekê di demên dawîn de Komîteya Firinan ji bo ku karê wan bişopîne, pirsgirêkên wan çareser bike û gazinên welatiyan pêk bîne, ava kir.

Yek ji rêveberên Komîteya Firinan Şefîq Silêman tekez kir ku ew bi hêzên Ewlekariya Bendavan ên girêdayî hêzên Ewlekariya Hundirîn re di nava têkliyê de da ku ardên sexte û nebaş derbasî bajêr nebe. Her wiha diyar kir ku ji ber ku komîteya wan nû ye û têkiliya wan bi aliyên peywendîdar re kêm e, welatî gazincan dikin.

Silêman destnîşan kir ku piştî komîteyên xwe di nava komîn û meclisan de bi rêxistin bikin dê li gazincên welatiyan guhdar bikin, dê vê pirsgirêkê çaraser bikin da ku civak û komînan bi rêxistin bikin.

(bx/ew)

ANHA