Xwediyên çewlikên mirîşkan pêwîstiya bajarokê Ceza peyda kir

Ji bo peydakirina pêwîstiya bajarokê Ceza, şêniyên gundê Filistîn ê Rojhilat (El-Şara) ê girêdayî bajarokê Ceza 7 çewlikên mirîşkan vekirin.

30 tebax, 2018   07:07

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Bi armanca pêkanîna debara bajarokê Ceza ji goştê mirîşkan, xwediyên çewlikên mirîşkan baştirîn cureyên aşle û dermanan bi kar tînin.

Lê di vê demê de ji ber buhabûna êmê mirîşkan, tunebûna kurkgehan û erzanbûna mirîşkan ji ber anîna wê ji derve xwediyên mirîşkan astengiyan dikişînin.

Şert û mercên guncaw ji bo xwedîkirina mirîşkan

Xwediyê mirîşkan Subhî El-Elî wiha got: "Armanca me ji xwedîkirina mirîşkan, peydakirina goşt ji bo şêniyên bajarokê bi lêçûnek kêm e.” Her wiha Subhî destnîşan kir ku çewlikên (medcene) gund ji aliyê paqijî û kalîteyê ve baş in û goştên bêhormon hildiberînin. Her wiha Subhî diyar kir ku wî piştî cejna Qurbanê bi du rojan hemû mirîşkên xwe firotin û tenê 83 mirîşk mirine û wiha domand: "Piştî firotinê em çewlikê paqij û pak dikin."

Subhî têkildarî astengiyên ku rastî wan tê wiha got: "Av, mazot û êm kêm in. 5 bermîl av bi buhayê hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê dikirin. Xwedîkirina çêçelokan mehek û nîv didome ji ber wê lêçûna avê digihîje 150 hezar lîreyên Sûriyeyê û ew jî li ser me giran e."

Ji aliyê xwe ve xwediyê mirîşkan Waêl Ayiş jî wiha got: "Her hingarek li gorî rûbara xwe hildiberîne. Di her metredamekê de 10 çêçelok datînin. Yanî eger rûbara hingarê 600 metredam be dê hejmara çêçelokan 6 hezar bin."

Tunebûna kargeha êm û kurkgeha çêçelokan barê xwediyên mirîşkan zêde dike. Her wiha Ayiş tekez kir ku nexweşiya enfilwenza çûkan li herêmê tune ye. Bi rêya aşleyên asayî yên mirîşkan rê li ber vê nexweşiyê hatiye girtin.

Di dawiyê de Ayiş diyar kir ku çewlik li herêmê projeyên biçûk û nû ne û derfetên kar ji şêniyên herêmê re peyda dikin.

Tê destnîşankirin ku dewreya hilberandinê kin e û 45 roj ji destpêka anîna çêçelokan û heta firotina hilberînê didome.

(şx-ew)

ANHA