Li Minbicê teqîn

Li bajarê Minbicê bombeyek bi erebeyek ji cûreya Van H1 teqiya. Di encamê de, ajokarê erebeyê bi giranî birîndar bû.

Li Minbicê teqîn
30 tebax, 2018   06:45

MINBIC

Li çerexreya Sebi El-Behrat a Minbicê mayîn bi erebeya ji cûreya Van H1 a welatiyê bi navê Feyad Bekir ku erebe li pêş mala wî bû, teqiya. Di encamê de, her du lingê Feyad qut bûn.

Feyad li nexweşxaneya Emel a Minbicê tê dermankirin. Teqîn beriya niha bi du saetan çêbû.

Hêjayî gotinê ye ku  Feyad wekî ajokar li gel Navenda Yekîtiya Rewşenbîran kar dikir, dema xwe amade dikir biçe ser karê xwe, bombe teqiya.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê piştî teqînê yekeser çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.

(kc)

ANHA