Ebdoyê Baskê..Li her cihî çavkaniya moraldayînê ye

Rihê wî yên şoreşger xof û tirsê nas nake, di bin bombebarana balafirên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê de, her wiha di her çalakiyan de çavkaniya hêz û moralê ye.

Ebdoyê Baskê..Li her cihî çavkaniya moraldayînê ye
Ebdoyê Baskê..Li her cihî çavkaniya moraldayînê ye
Ebdoyê Baskê..Li her cihî çavkaniya moraldayînê ye
Ebdoyê Baskê..Li her cihî çavkaniya moraldayînê ye
Ebdoyê Baskê..Li her cihî çavkaniya moraldayînê ye
23 tebax, 2018   07:23

FÎDAN EBDULAH

Kesayeta welatparêz Ebdulrehman Reşo di civakî de bi navê Eboyê Baskê tê naskirin, ji gundê Colaq ê herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê ye, 44 salî ye û bavê 3 zarokan e. Ebdo di malbateke Kurd a welatparêz mezin dibe.

Di temenê xwe yê 13 salî de li bajarê Efrînê beşdarî xebatên şoreşgerî dibe û cihê xwe di Tevgera Çand û Hunerê de digire. Di nava xebatên çandê de jî tev li komên dîlan, stran û şanoyê dibe.

Rexmî zor û zextên rêjîma Baas li ser gelê Kurd, Ebdo û hevalên xwe hemû li hemberî astengiyan disekinin û bi awayekî veşartî perwerdeyên xwe dibînin û çalakiyan bi rêxistin dikin.

Bi destpêka pêvajoya Şoreşa re zextên rêjîma Sûriyê yên li ser kurdan zêde dibe. Pêxwasên rêjîmê dest bi hemleyên girtina kurdan dikin. Ebdoyê Baskê di nava hin hevalên xwe de bi hinceta ku karê siyasî dike tê girtin û 110 rojan di girtîgehên Heleb, Efrîn û Şamê de dimîne.

Di girtîgehan de rastî her cure êşkeceya fîzîkî tê û di nava çûn û hatin lêpirsînê de bû. Lê li dîsa rihê wî yê şoreşgerî teslîmiyet qebûl nekir, di lêpirsînê de yek gotin jî li ser tevgerê nedigot.

8 sal in ji bo serxistina şoreşê nesekiniye

Piştî ji girtîngehê derdikeve dîsa xebatên xwe yên di nava çand û hunerê de didomîne, li gel xebatên çandê jî di Komîteya Çalakiyan a TEV-DEM‘ê ya kantona Efrînê de jî cih digire û xebatekî mezin dimeşîne.

Ebdo hemû wextê xwe dide şoreşê û bi dildarî kar dike, ji kesên destpêkê bû ku yekem dibistana Kurdî li Efrînê, her wiha saziyên din vekirine.

Ebdo, piştî ku demek dirêj di koma ciwanan a dîlanên filklorî de cih girt, niha jî cihê xwe de koma kevneşopiyan a Efrînê ya kalan de digire.

Bi dengê xwe cihê moraldayînê ye

Di çalakiyên gel ên li djiî gefxwarinên Erdogan ên dagirkirina Efrînê de Ebdo bi rihê xwe yê şoreşgerî û dengê xwe, bi dirûşmeyên serkeftinê gel û zarokan ber bi aliyê çalakiyê ve dikişand.

 Dengê wî li hemberî dengê topên Tirkan bi serket

Di dema serdana şandeyên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê de yên bi armanca piştgiriyê,  Ebdoyê Baskê ji kesên destpêkê bû ku ew pêşwaz dikir. Di bin dengê top û balafirên dewleta Tirk ên li ser kantonê, moral û hêz dida gel.

Her wiha di dema ku şênî ji ber êrîşan ji Efrînê derdiket de, Ebdo li vir hêvî dida şêniyan. Niha jî li kolanên  Şehbayê ji aliyê şênî bi taybet zarok tê hezarkirin, zarok li derdora wî kom dibin û dirûşmeyên serkeftina berxwedanê û vegera li Efrînê tîne ziman.

Ebdo di dema li Efrînê de di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me diyar kir ku ew hêza xwe ya moraldayînê ji şehîdan û Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan digire û tekez kir ku wê Efrînê bi serkeve.

(bb)

ANHA