Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin

Malbata El-Hemo ji kur û bavê, wêne û peykaran çêdikin. Berhaman kurê 6 salî di gelek pêşengehan de û li Erebistana Siûdiyê hatin pêşkêşkirin. El-Hemo her çiqasî ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin, lê dîsa jî karê xwe berdewam kirin û dibêjin ku ew ê bi riya berhemên xwe azarên şêniyên Reqayê û çanda herêmê nîşan bidin.

Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
Bav û kur bi hunera xwe êşa gel dibêjin
23 tebax, 2018   06:32

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Heyder Cûma El-Hemo (16) ji bajarê Reqayê ye. Heyder di malbatekê de ku ji hunera peykersazî û wênesazî de hez dike, mezin dibe, di temenê xwe yê 6 salî de dest bi wênesaziyê û peykersazî dibe, bavê jî wî fêr dike.

Heyder û bavê xwe di vê hunerê de madeyên wekî sîramîk, kevirê reş û filîn û rengên zeyetî bi kar tînin.

Cûma û kurê xwe Heyder bi hev re li ser deriyê beradê resmek ku wêrankirina ji ber şer nîşan dide, her wiha erebeyên bombekirina ya çeteyên DAIŞ‘ê rêz kirine.

Heyder berhemên xwe ji xeyalê xwe çêdike anî jî ji derdora digire. Gelek peyker û wênexêzên wî li ser cihên şûnwaran û lawiran çêdike.

Heyder ku malbata wî çend salan ji bo kar li Erebistana Siûdî dibîne, li wir bi tabloyeke li ser Xezaya Filistînê beşdarî pêşengehekê dibe, li ser tabloya xwe hate xelatkirin.

Her wiha beşdarî pêngehên li ser asta bajarê Reqayê bû.

Malbata El-Hemo bi hinceta ku peykerên xwedawendan çêdike, ji aliyê çeteyên DAIŞ û El-Nusra û Ehrar El-Şam e hate tuhmetbarkirin, dîsa jî El-Hemo pîşeya xwe nesekinand û bi awayerkî veşartî berdewam dike.

Heyder û bavê li devera şûnwarî ya Bab Bexdê yê li Reqayê gelek peyker çêkirine, ji peykera jinê û hunermend Hesen Heman û peykerê şehîd Umer Elûş saz kirine.

Her wiha ji wêneyên ku Heyder saz kirine; yên revan şêniyên Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê, wêrankirina taxan, peykerê Kelyopetra û xwedawendina ax û estetîkê saz kirine.

Heyder diyar kir ku ew ê vê pîşeyê li gel xwe pêş bixîne û bi riyan wan çanda herêmên, aloziya Sûriyeyê derxîne pêş.

Bavê Heyder Cûma Seyîd El-Hemo jî wiha dibêje, "Sala 1984‘an min dest bi wênesazî û peykersaziyê dike, min dît ku ev tişt li gel Heyder jî dît, min desteka madî û manewî dawî, rexmî gefên çeteyan û zehmetiyan jî me dev ji vî karî berneda."

El-Hemo destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê hemû alavên yên kar talan kirin.

Cûma El-Hemo bang li hemû hunermendan kir ku vegerin warê xwe û çanda xwe zindî bikin.

(bb)

ANHA