Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî wê li Elmanyayê bê lidarxistin

Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî wê 6/7'ê Cotmehê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bê lidarxistin.

Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî wê li Elmanyayê bê lidarxistin
23 tebax, 2018   07:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber ku şoreşa Rojava di heman demê de şoreşeke jinê ye, jinên ji deverên cuda yên cîhanê di bin sîwana paradîgmaya civaka nû de li hev dicivin û xwe bi rêxistin dikin. Ji bo ev rêxistinbûn bê mezinkirn wê 6/7'ê Cotmehê li Frankfûrtê Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî were lidarxistin.

Çend ji mijarên ku wê di konferansê de werin nirxandin:

"- Em çawa dikarin sedsala 21'ê bikin sedsala jinê?

- Li dijî neheqiya di hatineyê tê kirin, li hemberî êrîşên zayendîparêz û faşîst, em çawa dikarin xwe biparêzin?

- Em çawa dikarin bi hev re pirsgirêkan binirxînin, biryarên hevpar bidin û bixin meriyetê? Em çawa dikarin bi hev re bi pêş ve biçin?"

Agahiyên berfireh ên li ser konferansê li ser vê malperê hene:

http://revolutioninthemaking.blogsport.eu/category/home/

Bi wesîleya roja navneteweyî ya ji bo rakirina şîdeta li dijî jinê, 24/25'ê Mijdarê li dijî şîdeta li jinê wê li gelek bajaran xwepêşandan û çalakiyên hevpar bên lidarxistin.