Nilufer Koç: Armanca êrîşa li dijî Şengalê birêxistinbûna Êzidiyan asteng bikin

Nilufer Koç destnîşan kir ku êrîşa di 15’ê Tebaxê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Şengalê hate kirin, Zekî Şengalî bi taybet hate hilbijartin û bi vê yekê xwestin ku birêxistinbûna Êzidiyan asteng bikin.

Nilufer Koç: Armanca êrîşa li dijî Şengalê birêxistinbûna Êzidiyan asteng bikin
23 tebax, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxê de li Şengalê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi êrîşeke hewayî hate şehîdkirin. Di serî de Êzidî, gelê Kurd bertekên mezin nîşanî vê yekê dan û îşaret pê hate kirin ku ev êrîş bi tevkariya dewleta Tirk û hêzên noker pêk hatiye.

Têkildarî êrîşê hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç pirsên ajansa me bersivandin. Koç diyar kir ku Zekî Şengalî piştî 2014’an di birêxistinbûna gelê Êzidî de bi roleke çalak rabû, ji bo Şengaleke xweser kedeke zêde da û lewma jî ji hêla hêzên dagirker ve bi awayekî taybet hate hilbijartin.

Koç destnîşan kir ku heta hikumeta Iraqê jî der barê vê êrîşê de daxuyaniyeke tatmînker neke dê wek hevparê êrîşê were zanîn û wiha got: „Balkêş e ku Heyder Ebadî gera xwe ya li Tehranê îptal kir û demildest çû Enqereyê û bi dijminê gelê Kurd Erdogan re rûnişt. Lewma heta ku daxuyaniyeke berfireh têkildarî qetlîama Zekî Şengalî neyê dayîn, dê dewleta Iraqê jî wek hevkarê sûc bimîne.“

Nirxandin û şîroveyên hevseroka KNK’ê Nilufer Koç ên têkildarî şehîdkirina Zekî Şengalî ji hêla dewleta Tirk ve di 15’ê Tebaxê de wiha ne:

Armanca wan ji qetilkirina Zekî Şengalî çi bû? Ev êrîş ji bo Kurdên Êzidî wateyeke xwe ya çawa heye?

Di serî de di şexsê Zekî Şengalî de ez hemû pakrewanên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim û dixwazim xuya bikim ku em ê layiqî egîdiya wan têkoşîna xwe bidomînin.

Zekî Şengalî di van 4 salên dawîn de hewl da li Êzîdxanê qadeke demokratîk ava bike û ji bo vê yekê tê koşiya. Li Rojhilata Navîn hebûna Êzidiyan her tim li ber metirsiyê bû. Heta niha 73 ferman anîn serê Êzidiyan. Li hemberî van fermanan li ber xwe jî dan. Lê belê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermanan berdewam kir û Fermana 73’yan li Şengalê li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. Hêzên serdest ên cîhanê li hemberî vê fermanê bê deng man lê hêzên PKK’ê Fermana 73’yan têk şikand.

Zekî Şengalî tecrubeya xwe ya şoreşê ya apocî ya 40 salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de vehuhast wê derê û ji bo ku Êzidî bikarin xwe bi xwe, xwe biparêzin bi roleke mezin rabû. Cara ewilî Êzidî dibûn xwedî hêzeke parastinê. Li gorî reseniya xwe gel, jin, ciwan û hemû civaka Êzidî li Şengalê meclisên xwe û dezgehên biryarê yên civakî ava krin. Bandora vê yekê li Êzidiyên li derveyî welat jî bû û wan jî dest pê kir yekitî û îtifaqên xwe ava  kirin. Êzidiyan bi xwe bawer kir û li hemû qadan xwe bi rêxistin kir. 

Êzidiyan baweriya xwe da Zekî Şengalî

Ked û hewldana Zekî Şengalî ya ji bo ku civaka Êzidî xwe bigihîne asta ku bikare çarenûsa xwe diyar bike, nayê jibîrkirin. Vê keda Şengalî, hişt ku Êzidî bi baweriyeke mezin û bê pirs meyla xwe bidin wî û Şengalî ji bo wan bû navendek.  Zekî Şengalî dîroka qedîm a êzdayetiyê û apocîtî li hev anîn û vê yekê kir ki Êzidî ji erdnîgariya xwe re bibêjin Êzîdxan. Êzidiyan êdî pê bawer kir ku bi tenê bi avakirina xweseriyê û diyarkirina çarenûsa xwe dikarin pêşî li fermanan bigirin. Şengalî ji hêlekê ve civaka Êzidî wêrek û ronî dikir, ji hêla  din ve jî têkoşîna  xwe ya siyasî û dîplomatîk li Iraq û başûrê Kurdistanê dimeşand.

Armanca kesên ku bi TC’yê (dewleta Tirk) re Zekî Şengalî qetil kir ew bû ku Êzidî dev ji birêxistinbûnê berdin û berxwedana wan bişikînin. Yanî dixwazin ji Êzidiyan re bibêjin teslîm bibin, serî li ber çarenûsa xwe bitewînin. Jixwe ew êrîş di 15’ê Tebaxê de hate kirin ku 15’ê Tebaxê ji bo Kurdistanê navê berxwedana dîrokî û azadiyê ye, lewma ev dîrok hate hilbijartin.

Zekî Şengalî nasnameya Êzidiyan a felsefeya berxwedan û vejînê ya 15’ê Tebaxê bû. Vê nasnameyê DAIŞ têk bir ku cîhanê pê nedikarî. Vê nasnameyê dewleteke qetlîamker a wekî TC’yê xist nav krîzeke kûr. Vê berxwedanê her wiha di ser Êzîdxanê re li hemberî hewldanên dagirkeriyê yên TC’yê yên li ser Başûr û Rojava têkoşîn meşand. Dewleta TC, Kurdên pê re nokeriyê dikin û desthilatdarên Iraqê di şexsê Êzidiyan de li dij in ku gel çarenûsa xwe, xwe bi xwe diyar bikin û pêşeroja xwe ava bikin. Zekî Şengalî ji ber vê yekê hate kuştin. Her wiha xwestin bi vê qetlîamê tola têkçûna DAIŞ’ê hildin. Lê belê DAIŞ hate têkbirin û yên li dijî DAIŞ’ê têkoşîn nemeşandin jî ji îtîbara xwe bûn.

Mirov dikare vê êrîşê bi tenê bi dewleta Tirk re sînorsar bike? Gelek derdor dibêjin destê gelek hêzan di vê êrîşê de heye; wekî Iraq, hikumeta başûrê Kurdistanê û Amerîkayê. Di vê derbarê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Êzîdxan di nav sînorên dewleta Iraqê de ye. Iraq piştî serdema Sedam ket bin himayeya Amerîkayê. Ji ber vê yekê çi tiştê li Şengalê pêk were, ev her du hêz jê berpirsyar in. Li Iraqê di rewşa heyî de dubendiyeke xurt a Amerîka-Îranê û Amerîka-TC’yê heye. Piştî hilbijartinên 12’ê Gulanê hê jî hikumet nehatiye avakirin, sedema wê jî ev dubendî ne.

Iraq girêdayî hêzên derve siyasetê dimeşîne. Iraq niha dixwaze ji dubendiya Amerîka-Îranê û dubendiya Amerîka-TC’yê sûdê wergire. Hikumeta Iraqê ji aliyekî ve bi Îranê re, ji aliyê din ve bi TC’yê re tev digere û bi vî awayî hewl dide temenê xwe dirêj bike. Lihevkirina bi TC’yê re di ser qetilkirina Şengalî re pêk anî. Ev siayseta antîkurd e ku em ji sedsala 20’an ve nas dikin. Piştî Sedam li Iraqê şîa hatin ser desthilatê û demeke dirêj şîayan bi Îranê re hereket kir. Lê belê di van salên dawîn de ji nasnameya şîa wêdetir, nîjadperestiya erebî derket pêş. Ji ber vê yekê dixwazin Iraqê bikin dewleta navendî ya Ereban.

TC Mûsilê ji xwe re wek mîrateya bav û kalan dibîne

 Ji hêleke din ve Êzîdxan ango Şengal, dikeve nav sînorên Mûsilê. Bi sedsalan e pirsgirêkeke desthilatê li vê erdnîgariyê heye ku wek pirsgirêka Mûsilê tê zanîn. TC dibêje Mûsil ji dema Osmaniyan ve mîrateya wan a bav û kalan e. Îran û Ereb naxwazin vê herêmê ji Tirkiyeyê re bihêlin. Iraq  û TC’yê niha lihevkirin di ser qetilkirina Zekî Şengalî re çêkir. Bi vê yekê ji xwe re dem qezenc kirin. Her du aliyan jî bi rola pêşeng a  Zekî Şengalî dizanî, lewma xwestin bi şehîdkirina wî Êzidiyan  ber bi têkbirinê ve bibin û xweseriya Êzîdxanê ji holê rakin. Ji Şengalê heta Başûr û Rojava artêşa Iraqê û îstixbarata wê heye. Rayedarên Iraqê yên li Şengalê Zekî Şengalî baş nas dikir. Ji bo ku Şengalê bixin bin serweriya xwe xwestin xweseriya demokratîk a Şengalê ya bi pêşengiya Şengalî têk bibin. Ji bo vê yekê bi TC’yê re li hev kirin. Ebadî du roj berê çû Enqereyê û ev qetlîam jî li pey vê serdanê pêk anîn û Ebadî heta niha ev êrîş şermezar nekir an jî daxuyaniyek neda. Lewma heta ku têkildarî qetilkirina Zekî Şengalî daxuyaniyeke têrker neyê dayîn, dewleta Iraqê dê wek hevkarê vî sûcî bimîne.

Hikumeta  başûrê Kurdistanê li hemberî vê qetlîamê hê jî bê deng e. Divê mirov vê bêdeniyê çawa bibîne?

Piştî referandumê li Başûr parçebûneke berbiçav pêk hat. TC hewl dide ji vê parçebûnê sûdê wergire. Dewleta Tirk li Sûriyeyê fetisî, îcar dixwaze li Başûr û Iraqê bêhnekê hilde. TC dibêje 11 baregehên din li 24 baregehên xwe yên li Başûr zêde kirine. Piraniya van baregehan li herêma PDK’ê ne. Li hemberî vê yekê PDK’ê tu bertekek nedaye.

TC nîşan dide ku têkiliyên wê yên bi PDK’ê re baş in. Siyasetmedarên PDK’yî vedixwîne Enqereyê. Lê belê qîma xwe bi vê yekê jî nayne û di serî de YNK, dixwaze siyaseta Başûr hilde bin kontrola xwe û wekî rewşa sala 1992’yan, rewşekê pêk bîne.

Piştî belavbûna Sovyetê, ji bo Kurdan avantajên nû derketin holê. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê TC’yê di sala 1992’yan de di navbera Kurdan de şer derxist. Niha jî hevsengiyên derve, li dijî TC’yê ne, lê belê di leha Kurdan de ne. TC dîsa dixwaze Kurdan bi hev bixe û wekî wê demê Kurdan bê bandor bike. Ango dixwaze îro jî şerê PKK-YNK-PDK’ê derxe. Ev şer ji bo TC’yê şerê herî erzan e ku pê Kurdan bi Kurdan dide qirkirin. Di nav hefteyekê de wezîrê karên derve yê Tirk, YNK û Goran tehdît kirin, ev yek îfadeya şerekî din ê birakujiyê ye.

Dixwazin Kurdan bi hev bidin qirkirin

Ji bo TC’yê kontrolkirina herêma PDK’ê ne bes e. Dixwaze tevahiya başûr dagir bike. Ji ber ku siyaseta dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê îflas kir. Herî dawî bi Amerîka û Rûsyayê re li ser Sûriyeyê nakokiyên mezin pêk hatin. Piştî hevdîtina Pûtîn û Trump a li Helsînkiyê dixwazin siyaseta dualî ya Tirkiyeyê asteng bikin. Lewma TC’yê bi êrîşa li ser Şengalê nîşan da ku dê hewldana xwe ya ji bo dagirkirina Başûr berfirehtir bike. Tişta xuya dike ew e ku li dijî dagirkirinê bi tenê PKK li ber xwe dide.

Li hemberî êrîşan çima bê deng in, ev bêdengî dê encameke çawa bi xwe re bîne?

Bêdengiya partiyên li Başûr a li hemberî qetilkirina Zekî Şengalî ji ber berjewendiyên wan ên berteng û bêcesaretiya wan e. Bêdengiya wan bi tu awayî li welatparêziyê nayê. Siyaseta Başûr a desthilatê piştî Tebaxa 2014’an cara duyemîn li hemberî Êzidiyan winda kir. Bi vê helwesta xwe dawiya xwe jî amade dikin. Ji ber ku her çend TC li Başûr bi pêş ve here, dê kesên ku dibêjin em Kurd in, berteraf bike. Lewre netewedewleta Tirk hebûna xwe bi tunekirina Kurdan ve girê daye.

Ev êrîş û konsept dê çawa werin têkbirin? Partî û rêxistinên civaka sivîl divê li hemberî van êrîşan çi bikin?

Teqez divê partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê û gelê wê herî  zêde li hemberî qetilkirina Zekî Şengalî rawestin. Bêdengiya li hemberî vê qetlîamê dê bihêle ku TC li dijî Başûr hemleya dagirkeriyê bide destpêkirin. Ango dê bêdengî dawiya wan jî amade bike.

Divê di çarçoveyeke neteweyî de xwedî li Şengalî derkevin

Divê di çarçoveyeke neteweyî de xwedî li Zekî Şengalî bê derketin. Divê em şehadeta wî bikin sedema yekitiya neteweyî. Zekî Şengalî di sala 2013’an de li Hewlerê di civînên ji bo kongreya neteweyî ya Kurdan de 4 mehan li ser navê PKK’ê cih girt. Divê nûnerên partiyên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiya neteweyî zextê li partiyên xwe bikin. 

Di van civînan de  ku her tim bi provokasyon û gefên hêzên derve û hundir derbas dibûn, Şengalî her tim bi rûkenî tev geriya, bi dilê xwe yê mezin her kes hembêz kir û bi baweriya xwe ya bi aştiyê hemû rewşên xirab derbas kirin. Zekî Şengalî wê demê di nav siyaseta qirêjî ya desthilatê de her wekî peleke simspî ma. Şerê desthilatê yê Kurdan ji bo wî komîk bû. Ji ber ku şerê desthilatê yê kevneşopî yê Kurdan, Kurd bi destê Kurdan didan qirkirin.

Baweriya Zekî Şengalî ew bû ku xirabî ji hêla serdestan ve li Kurdan hatiye zerqkirin. Bi sekn, jiyan, siyaseta xwe em hemû vedixwendin ku wekî wî pîr û paqij bin. Banga min ji bo her kesî ew e ku em bi vê felsefeyê bi avakirina Êzîdxana xweser û Kurdistana azad bersivê bidin hêzên mêtinger ku dixwazin Rojhilata Navîn dagir bikin.

(ew)

ANHA