Dagirkerên Efrînê bi darê zorê zarokan tevlî xwe dikin

Welatiyê bi navê Cemîl Mustefa ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derdikeve û xwe li Şehbayê digire. Cemîl diyar dike ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zarokan bi darê zorê wan dikin leşker, ji aliyekî din ve jî dizî û revandina sivîlan didomînin.

Dagirkerên Efrînê bi darê zorê zarokan tevlî xwe dikin
23 tebax, 2018   05:12

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Cemîl Mustefa yê ji gundê Elî Bazan ango Barafa koçî Tirkiyê kiribû, paşê jî careke din vedigere Efrînê, lê rewşa li wir ku di bin dagirkeriyê Tirkiyê û çeteyên wê de ye, wî neçar dike ku were Şehbayê.

Zarok têne leşkerkirin

Mustefa ku demekê li Efrînê ma, tiştê li wir dîtiye ji me re parve dike û wiha dibêje, "Ez li Efrînê bûn, diçûm dikanên teleftonên destan da ku xetekê ji xwe re bînin, min dît zarokek kêmî 15 salî bû çeka rûsî di destê wî de, min ji xwe lê meyze kir, ji min pirsî tu çima dinere, me got tişt nîne, kêm mabû gule berde û min bitirsîne."

Guhertina demografî jî didome

Mustefa her wiha diyar dike ku li piraniya malên welatiyên Efrînê koçberên Xûtaya Rojhilat a Şamê bi cih bûne û dibêje, "Xelkên Efrînê ji neçarî malên xwe berdane, belgeyên milkan jî hiştine, da ku nekevin destê dagirkeran."

Dizî û talankirin jî nesekinî ye

Li ser talankirin û revandina sivîlan jî Cemîl Mustefa vî tiştî dibêje, "Çeteyan beriya dema berhevkirinê zeytûn berhevkirine, ev tişt min ji gundê Xirab Simaq ê herêma Racoyê dît. her wiha, derî, pencere û mala talan dikin û li bazarên Ezazê difiroşin."

Cemîl Mustefa bal kişand ku ku kesên têne revandin jî ji malbatên dewlemend in, çete bi tewanên cuda wan direvinînin da ku pereyan ji malbatên wan bistînin.

Cemîl bi bîr xist ku, "Meclisa xayînan a ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve ji bo bi rêveberirina Efrînê hatiye avakirin, ti ximetê pêşkêşî welatiyan nake, bervajî wê karê wan asteng dike."

(bb)

ANHA