ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-08-2018
23 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Li taxa Kornêş a bajarê Qamişlo ji bo dayika têkoşer Edla Mûrad konê taziyê tê vedan. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyê bi navê Cemîl Mustefa ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derdikeve û xwe li Şehbayê digire. Cemîl diyar dike ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zarokan leşker dikin û dizî û revandina sivîlan didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Berçem wekî çavkaniya pêşxistina kesayet û bilavkirina nirxên biratiya gelan û Netewa Demokratîk tê dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rihê wî yên şoreşger xof û tirsê nas nake, di bin bombebarana balafirên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê de, her wiha di her çalakiyan de çavkaniya hêz û moralê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nilufer Koç destnîşan kir ku êrîşa di 15’ê Tebaxê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Şengalê hate kirin, Zekî Şengalî bi taybet hate hilbijartin û bi vê yekê xwestin ku birêxistinbûna Êzidiyan asteng bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Hacer Hemze Mihemed ji şêniyên gundê Eker ê ye. Astengiya xwe ji bo ku bi erka xwe li hember malbatê rabe nekir pirsgirêk û niha bûye ji baştirîn dirûnkerên cilên gelêrî li navçeyê. Hacer bi pîşeya xwe malbata xwe xwedî dike. (WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Malbata El-Hemo ji kur û bavê, wêne û peykaran çêdikin. Berhaman kurê 6 salî di gelek pêşengehan de û li Erebistana Siûdiyê hatin pêşkêşkirin. El-Hemo her çiqasî ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin, lê dîsa jî karê xwe berdewam kirin û dibêjin ku ew ê bi riya berhemên xwe azarên şêniyên Reqayê û çanda herêmê nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Berpirsê Navenda Tenduristiyê ya gerok diyar kir ku wan 143 kesên bi nexweşiya laşmanyayê ketine pêşwaz kiriye, ji vê hejmarê 52 nexweş hatin dermankirin û nexweşên din jî hîne têne tedawîkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Elî Hec Ehmed ji bav û kalan xwe fêrî cebariyê bûye, hestiyên şikestî dicebirîne û yên ji cih derketî dixe cih. Tevî ku zanista bijîşkiyê bi pêş ketiye jî lê dîsa gelek welatî berê xwe didin dermanên xwezayî û diçin cem cebaran.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Elî Dawod ji şêniyên navçeya Amûdê ye, dirûtin li ser makîneya dayîka xwe fêrbû, xwe pêşxist û werşeya yekemîn li ser asta Cizîrê ji bo çêkirina çenteyan vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA