‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘

Di pêvajoya Şoreşa Rojava de akademiyên zanistî û yên perwerdeyê ku roleke pir mezin di pêşxistina fikra civakê li ser hîmê neteweya demokratîk lîst, hatin vekirin. Ji Akademiya Civaka Demokratîk a taxa Şêxmeqûs a Helebê jî bi sedan perwerdekar mezûn bûn. Hevserokê akademiyê Ehmed Cafer dibêje akademiyên bîrdozî, zanist û çand e û bi akademiyan şoreş bi ser dikevin.

‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘
‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘
‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘
‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘
‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘
‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘
‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘
‘Şoreş bi akademiyên bîrdozî bi ser dikevin‘
22 tebax, 2018   08:28

EHMED REŞÎD / HELEB

Ji ber êrîş komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê û dorpêça li ser hatibû ferzkirin, Akademiyên Civaka Demokratîk nedikarî navendên xwe veke, lewre jî endamên saziyên sivîl ên taxê perwerde li herêmên Cizîr û Efrînê berdewam dikirin.

Bi rizgarkirina taxê ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve, Akademiya Civaka Demokratîk di Hezîrana 2017‘an de navenda xwe li Cadeya 20’an s taxê vekir.

Akademiya Civaka Demokratîk ji roja hate damezirandin heya niha 6 dewreyên perwerdeyê yên girtî û 3 jî yên vekirî derbas kirin. Di her dewreyekê de ji 25 heya 30 endam tev lê bûn.

Mekanîzmaya xebata akademiyê

Xebata akademiyê, vekirina dewreyên perwerdeyê ye. Dewreyên perwerdeyê yên girtî ji 15 heya 30 rojan in. Wekî din endamên komînan jî hefteyê du caran perwerdeyê li akademiyê dibînin.

Ji dersên ku têne dayîn; girîngiya perwredeyê, civaka xwezayî, şêwazê xîtabetê, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê, welatparêzî, rastiya fermandariyê, Şoreşa Rojava, neteweya demokratîk, parastina rawa, rihê hevaltiyê, rexne û xwerexenekirin in.

Bi tevlêbûna bi dehan jin û zilam ên pêkhateyên Ereb du dewreyên pewerdeyê hatin vekirin, bi vê yekê rê li ber pêkhateyên Ereb hate vekirin da ku beşdarî akademiyê bibin.

Akademî, zanist û çand e

Hevserokê Akademiyê Ehmed Cafer di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa me qala girîngiya vekirina akademiyên bîrdozî kir û wiha got: "Akademî bingeha pêşxistina zanist û çandê ye, me bi Kurd û Erebên taxê dest bi perwerdekirinê kir, da ku civaka exlaqî û polîtîk ava bikin, ku dîrok û çanda xwe nas bikin û xwe bi rêxistin bikin. Li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan me perwerde da. Bila were naskirin ku pergalên serwer dîrok li gorî berjewendiyên xwe berevajî kirin. Me xwest bi vekirina akademiyan rastiya dîroka civaka xwezayî derxin holê."

Hevserokê akademiyê Ehmed Cafer di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku şoreşên berê xwe dispart ax û serokên eşîran û bikaranîna çekan, bêyî ku bingeha wan a zanebûnê hene, ji ber wê ew şoreş bi ser nediketin, lê niha akademî û perwerde bingeha serxistina civakan in.

(bb)

ANHA