Berxwedana Serdemê, di nav kavilan de jiyaneke nû afirandin

Malbatên efrînî yên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê bi cih bûn, ji gundên kavilkirî jiyaneke nû afirand, dibêjin têkoşîna wan dê berdewam be heta hêzên dagirker ji Efrînê derkevin.

22 tebax, 2018   08:42

ELÎ KEDRO – CAFER CAFO / ŞEHBA

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê de, ne bi teknîka xwe ya pêşketî û ne jî bi şerê taybet dikarî îradeya gelê Efrînê têk bibe. Şeniyên Efrînê yên li Şehbayê her berxwedana xwe domand û di nava şert û mercên zehmet de bi vîneke ji pola ji tunebûnê jiyaneke nû afirand.

Gundê Til Şeyîr ê navçeya Fafîn a Şehbayê ku di dema êrîşên çeteyan ên li ser Şehbayê de binesaziya xwe rûxiya, 4 hezar û 110 efrînî  hembêz kir. Şêniyan di nava malên rûxiyayî  de xwe bi cih kir û bi derfetên kêm roj bi roj jiyana xwe geş kir, her wiha dikan û beste jî vekirin.

Ji şêniyên Efrînê yên li gundê Til Şeyîr Kemal Dado binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Efrînê vegotin û ev tişt anî ziman: "Komployeke navdewletî li dijî gelê Efrînê hat kirin, di encamê de Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hate dagirkirin. Ji ber wê şêniyan pala xwe da kantona Şehbayê û berxwedana xwe li vir di nava kampan de, di nava kavilan de berdewam kirin."

Dado, her wiha destnîşan kir ku ew di maleke xirabûyî, bê derî û pencere, derdora wê bermahiyên şer e, dijîn û ev got: "Me jiyaneke komînal li vî gundê ava kir û em ê berxwedana xwe berdewam bikin ta Efrînê azad bikin û li warê xwe yê azad vegerin.”

Welatiyê bi navê Mecîd Mihemed jî ji aliyê xwe ve vî tiştî dibêje: "Jiyana me li Efrînê cuda bû, di nava xwezayê de û darên zeytûnan de, Efrîn ji bo me bihûşt bû, lê balafirên dewleta Tirk her tişt rûxand û şênî koçber kirin. Em dibêjin ew ê bi sernkevin. Em ê berxwedana xwe di nava zehmetiyan de berdewam bikin û di nava kavilan de jiyaneke nû bi afirînin."

(bb/ew)

ANHA