DYA, Fransa û Birêtaniya rejîma Sûriyê hişyar kirin

DYA, Fransa û Birêtaniya gefxwarin ku ger serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed çekên kîmawyî di êrîşa li ser Idlibê de bi kar bîne, ew ê bersivê bidin.

DYA, Fransa û Birêtaniya rejîma Sûriyê hişyar kirin
22 tebax, 2018   08:05

NAVENDA NÛÇEYAN

DYA, Fransa û Birêtaniya bi daxuyaniyeke hevbeş metirsiyên xwe derbarê êrîşa leşkerî ya li ser Idlibê û karîsetên mirovahî ku wê rû bidin, anîn ziman.

Li gorî AFP`ê her sê dewletan ev tişt jî di daxuyaniya xwe de gotin:ʺEm ji texmînkirina bikaranîna çekên kîmawayî bi fikran in. Ger rejîma Esed careke din çekên kîmawayî bikar bîne, em ê berisv bidin û helwesta me derbarê bikaranîna çekên kîmawayî nehatiye guhartin.ʺ

DYA, Fransa û Birêtaniya  di Meclisa Giştî ya Ewlekariya  de bi boneya salvegera 5`emîn a êrîşa Gaza El-Sarîn li ser Xûta û di encamê de zêdetirî 300 kesî jiyana xwe ji des da, ev daxuyanî da.

(kc)