Xezeba Zeytûnê: Sereçeyekî El-Cebhe El-Şamiyê hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiyek li dijî serçeteyekî El-Cebhe El-Şamiyê yê bi navê Mihemed Heyanî li dar xist. Di encamê de, serçete hate kuştin.

Xezeba Zeytûnê: Sereçeyekî El-Cebhe El-Şamiyê hate kuştin
21 tebax, 2018   08:54

EFRÎN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî encama çalakiya xwe ya li dijî serçeteyê El-Cebhe El-Şamiyê aşkera kir.

Daxuyaniya Xezeba Zeytûnê wiha ye:

ʺYekîneyên me yên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di dîroka 18`ê meha 8`an a 2018`an de, çalakiyek li dijî serçeteyê El-Cebhe El-Şamiyê yê bi navê Mihemed Miho yê ji Heyanê û bi navê Mihemed Heyanî tê naskirin, li herêma di navbera gundên El-Şedûd û El-Baroza de li dar xist.

Di encama çalakiyê de, serçete ku kiryarên qirêjî li dijî gelê me dimeşandin, hate kuştin. Efrîn, sebir bike, tolhildan tê.ʺ

(kc)