Xebat û plansaziyên Şaredariya Ehrisê

Şaredariya Gel a Ehrisê ji bo şêniyên gundên Herbelê û yên derdorê bîrek li gund kola, her wiha xebatên sererastkirina rêyan û xetên kanalîzasyonê didomîne û li aliyekî din ji bo demên pêş jî planan datîne.

Xebat û plansaziyên Şaredariya Ehrisê
Xebat û plansaziyên Şaredariya Ehrisê
Xebat û plansaziyên Şaredariya Ehrisê
21 tebax, 2018   08:52

CAFER CAFO - ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Şaredariya Gel a kantona Şehbayê bi derfetên heyî projeyên xizmetguzariyê ji şêniyên Efrînê re ku li gund û navçeyên Şehbayê bi cih bûne, pêşkêş dike.

Şaredariya navçeya Ehrisê ji bo pêwîstiya şêniyên gundên Herbel, Um El-Hoş û Um El-Qura û gundên derdora wê ya ava vexwarinê bi cih bîne, bîrek li gundê Herbelê kola û dê av bi rêya stêran li gundên navborî were belavkirin.

Di encama şerên ku bi salan li herêmê rû dane de, ziyanên mezin gihaştin xetên kanalîzasyonê, li ser vê yekê şaredariyê hemû xetên ziyan dîtine sererast kirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Ehrisê Mistefa Reşîd ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em li gorî derfetên xwe xebatên xizmetguzariyê ji şêniyên Efrînê re ku li Şehbayê bi cih bûne, pêşkêş dikin."

Girêdayî mijara projeyên şaredariyê yên pêşerojê Reşîd destnîşan kir ku ji bo kêmkirina qerebelix, tevlihevî û pirsgirêkên çûn û hatinê li navçeya Ehrisê, amadekariyên vekirina sûkeke gelêrî dikin û dê cihekî guncaw jê re diyar bikin.

(şx/ew)

ANHA