Li Reqa, Dêrazor û Tebqayê cejn li goristanên şehîdan hate pîrozkirin

Bi boneya cejna Qurbanê, malbatên şehîdan û endamên meclisên herîmî yên Reqa, Dêrazor û Tebqayê û şervanên QSD`ê piştî nimêja cejnê, berê xwe da goristanên şehîdan.

21 tebax, 2018   08:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêmên ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûne, cejna Qurbanê bi awayekî aram pîroz kirin.

Tebqa

Şêniyên herêma Tebqayê, şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û fermandarên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn  û Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê  piştî nimêja cejnê, serdana goristana şehîdan a li Tebqayê kir.

Li goristanê piştî Fetîhe hate xwendin, gel cejna hev pîroz kir û şiranî li hev belav kirin.

Ji aliyekî din ve jî ji saetên berbangê ve, hêzên leşkerî yên Tebqayê li tevahiya herêmê belav bûn da ku tiştek çênebe û cejn bi awayekî aram derbas bibe.

Şande dê sibê serdana malbatên şehîdan li Tebqa û gundewarên wê bike.

Reqa

Li Reqayê jî, hevserokên Meclisa Sivîl a Reqayê Ebd Hamid El-Mehbaş û Leyla Mustefa û endamên meclisa herîmî, malbatên şehîdan û şervanên QSD`ê serdama goristana şehîdan a li El-Hikûmiyê kir.

Li goristanê, şervanên QSD`ê ji bo bîranîna şehîdan toreneke leşkerî li dar xist. Piştre, Ebd Hamid El-Mehbaş axivî û cejna Qurbanê li dayikên şehîdan pîroz kir. Piştî dûrişmên ʺŞehîd namirinʺ şervanên QSD`ê cejna malbatên şehîdan pîroz kir û gul li ser gorên şehîdan danîn.

Li bejahiya rojhilat a Reqayê jî, piştî nimêja cejnê, gel serdana goristanan kir û gul danîn ser gorên wan.

Dêrazor

Li bejahiya rojhilat û rojava ya Dêrazorê jî, gel tevî malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û şervanên QSD`ê serdana Goristana Şehîd Hanî Hesen a li herêma El-Bisêra kir û gul danîn ser gorên şehîdan.

(kc)

ANHA