Zeviyên pembo bûn çêregeha sewalan

Li Dêrazorê, zeviyên pembo ji ber tunebûna dermanên nexweşiyan, bi nexweşiya kurman ketin. Ji ber vê yekê jî cotkaran zeviyên xwe firotin xwediyên sewalan.

Zeviyên pembo bûn çêregeha sewalan
Zeviyên pembo bûn çêregeha sewalan
Zeviyên pembo bûn çêregeha sewalan
Zeviyên pembo bûn çêregeha sewalan
Zeviyên pembo bûn çêregeha sewalan
Zeviyên pembo bûn çêregeha sewalan
21 tebax, 2018   08:30

HEMED EL-MISTEFA - FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de li Dêrazorê hemû pêwîsityên çandiniyê ji tov û derman û hwd. ji Tirkiyeyê derbasî herêmê dibûn. Tovên ji wê demê ve hatibûn depokirin, îsal jî hatin çandin. Piştî çandinê û rewşa hawayî ya ne baş, her wiha lehiya di meha Gulanê de rabû, bandoreke xirab li ser zeviyan kir ku bi nexweşiya kurman ketin û di encamê de zevî telef bûn.

Li gorî endezyarên çandiniyê, kurmika behîvê bi her sê cureyên xwe di nav berhemên pembo de belav bûye û ji bo tunekirina vê kurmikê divê derman careke din were reşandin, yek cure derman jî ji bo rakirina kurman têrê nake.

Her wiha endezyaran texmîn kir ku ev kurmik bi rêya tovên ku ji Tirkiyeyê hatine, derbasî berhemê bûye. Her wiha rewşa hewa ya nebaş û nebaşiya dermanan û avdana zêde ya berhemê, bûn sedema belavbûna vê nexweşiyê.

Endezyaran diyar kir ku ji bo tunekirina vê nexweşiyê pêwîst e her 10 heta 15 rojan bi awayekî asayî derman bê reşandin.

Lêçûna reşandina her donimekê 5 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û ew jî li gorî cotkaran biha ye û ne guncaw e. Cotkarê bi navê Necim El-Hisên ji cotkarên ku ji ber vê nexweşiyê zirar dîtiye û wiha got: "Bi salan e ku em pembo diçînin. Lê tu sal wekî îsal derbas nebû. Berhema pembo ji ber kurmikan telef bû û niha ji bo ku em xisarên xwe derbas bikin, em berhemê didin xwediyên sewalan. Divê aliyên têkildar û hemû rêxistin li ser vê pirsgirêkê bisekinin û alîkariya me bikin. Ji ber ku çandinî deriyê rizqê me ye."

Cotkara gundê Hemmar El-Elî, bi navê Xedîce El-Xelef jî wiha got: "Divê çareserî ji vê pirsgirêkê re bê dîtin."

(şx/ew)

ANHA