ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-08-2018
20 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Abdulhah Meimo gelek caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye, dibêje, rêveçûnên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê wergera gotinên Rêber Ocalan ên beriya 20 salan in.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi nêzîkbûna destpêkirina pêngava bajaroka Hecîn a bajarê Dêrezorê re, yek ji welatiyên Hecînê Ibrahîm Cewad xwe ji bo pêngavê amade dike û dewreya perwerdeyê bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-MSD yek ji girîngtirîn meclisan bû ku di pêvajoya şoreşa Sûriyeyê de hatine avakirin. Girîngiya wê jî ji pirojeya wê ya demokratîk dihat, her wiha ji ber ku di nava komîte û rêveberiyê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê cih digirt, di kongreya xwe ya dawiyê de MSD`ê xwe ji nû ve bi rêxistin kir, komîteyên koordînekirinê û rêveberiyên hevbeş li bakurê Sûriyeyê ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Kamîran Birwarî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê wekî reva ji pirsgirêkên hindirîn girt dest û tekez kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrîşê nîşan dide ku ew jî vê komployê de hevkar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Helebê Mihemed Hecî Mustefa çareserkirina aloziya Sûriyeya spart derxistina dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakurê û beşdarkirina nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê ji danûstandinên çareserkirina aloziyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di encama ewlehî û aramiya herêmê û erzanbûna nirxên pêwistiyên cejnê li gorî salên borî û bi nêzikbûna Cejna Qurbanê re sûkên herêma Cizîrê qerebeliq bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên Ewlekariya Hindirîn (Tebqa, Reqa û Dêrazorê) bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re tedbîrên parasetinê di nava bajêr de asê kirine. Her wiha Polîsên Trafîkê jî tevgera çûn û hatinê bi rêxistin kiriye û derbasbûna motorsîklêet û seyare di nava sûkan de qedexe kirine. Ji aliyê xwe ve komîteyên zabîte û temwînê dewriyeyên xwe zêde kirine û dukanan kontorl dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kantona Şehbayê Akademiya Şehîd Ezîz Ereb Netewa Demokratîk û jiyana komînalê di nava civakê de pêş dixîne û bûye bingeha pêşxistina kesayetî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşa Hawirdorê ya Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê bi armanca ronakirina bedewbûna bajêr, bi taybet park, xebatên sererastkirina parkan didomîne. Beşa Hawirdorê ji nû ve dar û şînatiyên xemilandinê yên cur bi cur di nav parkan de diçîne.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Kampa El-Erîşe ku ji ber şer li herêmên wan rû dabûn xwe li herêmên Bakurê Sûriyeyê xwe girtine, hêviya vegera li herêmên xwe qut nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA