Lawê  herêma Hejînê xwe perwerde kir û dê tevlî pêngava rizgarkirina bajarokê xwe  bibe

Bi nêzîkbûna destpêkirina pêngava bajaroka Hejîn a bajarê Dêrezorê re, yek ji welatiyên Hejînê Ibrahîm Cewad xwe ji bo pêngavê amade dike û dewreya perwerdeyê bi dawî kir.

Lawê  herêma Hejînê xwe perwerde kir û dê tevlî pêngava rizgarkirina bajarokê xwe  bibe
20 tebax, 2018   05:21

GIRÊ SIPÎ / HÊVÎDAR HERANÎ

Hêzên Sûriya Demokratîk di pêngava Bagera Cizîrê de berdewam dikin û xwe ji bo pêngava navçeya Hejîn a bajarê Dêrazorê amade dikin, da ku bi temamî çeteyên DAIŞ’ê li bakurê Sûriyeyê tune bikin.

Tê payîn ku di van rojan de pêngava Hejîn a girêdayî Dêrazorê dest pê bike. Ji ber wê jî ciwanê ji bajaroka Hejînê ya Dêrezorê Ibrahim Cewad yek ji welatiyên bajarê Dêrezorê ji me re armanca tevlêbûna wî di nava QSD’ê û ji ber nêzîkbûna pêngava navçeya Hejînê vegot. Cewad xwe ji bo şer amade kiriye û dewreya xwe ya perwerdeya leşkerî di nava hêzên QSD’ê de di Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a navçeya Eyn Îsa de bi dawî kir û ji bo şer jî hazir e.

Ibrahîm Cewad der barê mijara Pêngava Hejînê de ji ajansa me ANHA’yê re axivî û wiha got: "Ez ne tenê ciwanê yekemîn an jî yê duyemîn im ji herêma Dêrazorê jî tev lê dibim, heta ku em dijmin ji axa xwe derxin em ê bi hezaran tev lê bibin û li ber xwe bidin."

Cewad bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirkiyê ji bo çeteyên DAIŞ’ê û da zanîn DAIŞ`ê bi rêya dewleta Tirk tenê ew ji bo talankirin, dizîn, revandinê hatin Sûriyeyê, lê hema wê dawiya wan li Dêrazorê û Efrînê bê.

Di dawiya axaftina xwe de Cewad bang li hemû ciwanên Dêrazorê kir û wiha anî ziman: "Werin ciwanên Dêrazorê, îro roja berxwedanê ye, ger em Dêrezora xwe neparêzin dê kî biparêze?."

(kc)

ANHA