Li Efrînê 7 sivîl hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji gundê Gobikê yê navçeya Mabatayê 7 sivîl revand, her wiha girtin ser gundê Heyatê.

Li Efrînê 7 sivîl hatin revandin
17 tebax, 2018   20:05

EFRÎN

Çavkaniyekî ji Efrînê agahî da ajansa em ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji gundê Gobikê 7 welatî revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gorî çavkaniyî navê 4 kesên hatin revandin hatin zanîn, "Selam Mustefa Ekaş, Eynat Mamo, Elî Seydo, Mihemed Nûrî Îbarhîm".

Heman çavkaniyî tekez kir ku leşkerê artêşa dagirker û çeteyên wê girtin ser gundê Heyatê yê navçeya Mabatayê û deriyê malbatan şikandin û bê serûber gule berdidan da ku şêniyên bitirsîne.

ANHA