Artêşa Tirk li Pasûr agir bi daristanê xist

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Pasûr a Amedê agir bi daristanê xist. Şewata ku berî du rojan ji ber gulebaranê destpêkiribû deh hezar hektar şewitî, leşker rê nadin ku agir bê vemirandin.

Artêşa Tirk li Pasûr agir bi daristanê xist
17 tebax, 2018   17:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê tine dike.

Leşkerên ‘ewlekariya’ bendava Farqîn a li navçeya Pasûr a Amedê digirin şewata beriya du rojan ji ber gulebaranê derketibû deh hezar hektar daristan şewitî, leşker rê nadin ku şewat bê vemirandin.

Li aliyê din gundiyên li herêmê ji bo gundên wan jî neşewitin, derdorî gund û malên xwe bi traktêr axê dikolin.