Li Serêkaniyê pêşangeha cil û bergên Kurdî

Desteya Çand û Huner û Tevgera Kevana Zêrîn a Navenda Çand û Hunera Waşûkanî ya Serêkaniyê bi minasebeta Cejna Qurbanê pêşangeha cil û bergên Kurdî vekir.

Li Serêkaniyê pêşangeha cil û bergên Kurdî
Li Serêkaniyê pêşangeha cil û bergên Kurdî
Li Serêkaniyê pêşangeha cil û bergên Kurdî
Li Serêkaniyê pêşangeha cil û bergên Kurdî
Li Serêkaniyê pêşangeha cil û bergên Kurdî
Li Serêkaniyê pêşangeha cil û bergên Kurdî
17 tebax, 2018   17:29

HESEKÊ

Desteya Çand û Huner û Kevana Zêrîn a Navenda Çand û Huner a Waşûkanî ya Serêkaniyê bi minesebeta Cejna Qurbanê pêşangehek cil û bergên Kurdî vekir. Di pêşangehê de cil û bergên kurdî,  wêneyên bi dest hatin xêzirkin, tiştên jinan ên xemilandinê, cilên zarokan û tiştên mal xemilandinê yên bi dest hatin çêkirin hatin pêşkêşkirin.

Di heman demê de zarokan cilên ku terzî çêkirine nîşanî gel kirin.

Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn Gulnaz Derwîş di derbarê pêşangehê de agahî dan me. Gulnaz diyar kir ku armanca wan a ji pêşangehê ew e ku cil û bergên Kurdî di nava gel de wek çandekî û wek modelekî bidin runiştandin. Gulnaz bal kişand ser ked û xebatên terziyan û wiha got: “Dîsa em dixwazin bidin nîşan ku kesên terzî kedek mezin didin heta ku berhemekî derdixin. Ji bo xwedî li keda wan derketin. Ev 3 mehe hevalên me bi xebata ji bo pêşangehê ve ked didin.”

Gulnaz destnîşan kir di heman demê de ev pêşangeh ji bo minasebeta Cejna Qurbanê hat li darxistin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dê ev pêşangeh sibe jî ji saet 18.00’an hetanî 20.00’an berdewam bike. Em gelê xwe vedixwînin pêşangehê ji bo bên hevalên jin bibînin.”

ANHA