Hêzên Îsraîlê 3 Filistînî qetil kirin

Li Qudis yek û li Xezayê du ciwanên Filistînî hatin qetilkirin.

Hêzên Îsraîlê 3 Filistînî qetil kirin
17 tebax, 2018   17:43

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku di çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" ya hefteya 21‘an de du ciwanên Filistînî li rojhilatê Xezayê hatin kuştin û 270 jê 60 bi guleyan û yên din ji ber bombeyên xazê yên ji aliyê Hêzên Îsraîlê ve hatin berdan, birîndar bûn.

Nûçegihanê me her wiha ragihandin ku li bajaroka Qedîm a Qudisê jî hêzên Îsraîlê gule li ciwanekî Filistînî reşandin û ew kuştin.

ANHA