Heyva Sor a Kurd alîkarî pêşkêşî nexweşxaneya El-Kesra kir

Heyva Sor a Kurd beşê sêyemîn a alîlariyan ku vê carê derman bûn radestî komîteya Tendirustiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir.

Heyva Sor a Kurd alîkarî pêşkêşî nexweşxaneya El-Kesra kir
17 tebax, 2018   13:09

DÊRAZOR

Komîteya Tendirûstîyê û Buroya Karûbarên rêxistinên mirovahî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê piştî lêkolînan biryar dan ku pêdivî û pêwîstiyan ji nexweşxaneyên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê re peyda bikin.

Heyva Sor a Kurd kamyonek ku ji 154 paktên mezin ên dermanan, alav û pêwîstiyên tendirûstîyê ji nexweşxaneya El-Kesra re şand.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Komîteya Karûbarên Rêxistinên mirovî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Tariq El-Raşid got wan beşê sêyemîn ji derman, alav û pêwîstiyên tendirûstî ji Heyva Sor a Kurd girtin.

El-Raşid spasiya Heyva Sor a Kurd kir ku alîkariya gundên Dêrazorê ku ev 8 sal in aliyê tendirûstîyê lê hatiye paşguhkirin, kir.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku Heyva Sor a Kurd ev cara sêyemîn alîkariyê li şêniyên Dêrazorê belav dike.

Ji destpêka ku gundewarên Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ku Heyva Sor a Kurd a Kurd tevî derfetên xwe yên kêm alîkariya şêniyên wan deveran dike.

(bx)

ANHA