Ciwanên Tirkmen: Berxwedana Efrîn û Şengalê serkeftineke bi serê xwe ye

Ciwanên Tirkmen êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku fen û fûtên dewleta Tirk tu carî li hemberî rastiyê bi ser nakevin ji ber ku berxwedana Efrîn û Şengalê serkeftineke bi serê xwe ye.

Ciwanên Tirkmen: Berxwedana Efrîn û Şengalê serkeftineke bi serê xwe ye
17 tebax, 2018   12:23

­GIRÊ SPÎ

Ciwanên Tirkmen der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê û herî dawî li ser Şengalê ku di encama wê de fermandarê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû, bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin ew ê têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê berdewam bikin.

Daxuyanî li pêşiya navenda ciwanan a kantona Girê Spî ji aliyê yek ji rêveberên ciwanan Enes Abdulrezaq ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku her tim dagirkerî bi bin dikeve ji ber ku li gelek dewletan gel bindest kirin lê têkoşîn û berxwedana gelan ew li hemberî sîstemên desthilatdar bi ser xistin û Hîtler ji ber ku gelek zilm û zor li gelan dikir, di dawiyê de bi bin ket.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku împaratoriyên bîzensî û osmanî û îro jî neviyên wan dixwazin zilm û zora bav û kalên xwe ji nû ve li ser gelê Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyeyê vejînin û mînaka vê yekê ku dewleta tirk a dagirker tevliheviyê û şer di navbera gelê Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen, Suryanî û Rrmenî de derxe.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dagirkeriyê Tirkiye li ser Bakurê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê ku serdema Osmaniyan ji nû ve vejînin û Efrîn jî stasyona wê ya yekemîn bû û ji bo ku Erdoganê kujer çavê gel ji ser kiryarên li Efrînê bide aliyekî, êrîşî gelê Şengalê kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku di encama êrîşên dagirkeran li ser Şengalê de gelek sivîl birîndar bûn û gelê Şengalê tirsiya, her wiha ciwanan tekez kir ku ew wek ciwanên Tirkmen êrîşên dagirkeran li ser gelê Şengalê şermezar dikin, berxwedan û têkoşîna gelê Şengalê li hemberî êrîşên dagirkeran silav dikin û got ku fen û fût tu carî li hemberî rastiyê bi ser nakevin, dewleta tirk a dagirker çi bike jî berxwedana Efrîn û Şengalê serkeftineke bi serê xwe ye.

(bx)