Hêzên dagirker du jin revandin

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker ku tirsa ku şênî li hemberî wan rabin  seferber bûne. Li aliyekî din du jin revandin.

Hêzên dagirker du jin revandin
16 tebax, 2018   20:56

EFRÎN

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ji ajansa me re ragihand ku li Efrînê rewşeke tevlihev heye, bi dehan leşerkên artêşa dagirker  û bi dehan panzêr li bajêr belav bûne, her wiha  gule têne berdan.

Çavkanî din ji bajarê Efrînê diyar kir ku tevgera ji aliyê Tirkiyê ve ji tirsa ku gelê li hemberî binpêkirinên wan ên rojane yên li dijî sivîlan rabin.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji taxa Zeydiyê du jin revandin piştî ku girtin ser malên wan û ew birin cihekî ne diyar. Li gorî agahiyan jinên hatine revandin Firyal Nesan (36) û Nazlê Nasan (34) ji gundê Xilnêra ne û li bajarê Efrînê jiyan dikin.

Li gorî çavkaniyekî din, çeteyên artêşa Tirk a dagirker nasnameyên welatiyan ji wan distînin û wan bi sucanên cuda tuhmetbar dikin, paşê wan digirin û ji bo serbestberdana wan fidiyê dixwazain.

ANHA