Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rêjîma Sûriyeyê belavkirina hêzên xwe li nêzî parêzgeha Idlibê didomîne û hin agahî belav dibin ku dibe ku Tirkiye dest ji hin deverên parêzgehê berde û radestî rêjîma Sûriyeyê bike. Neteweyên Yekbûyî hişyariya metirsiya DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê da. Daketina lîreyê Tirkiyeyê didome û vê yekê hişt ku Qeter dilsoziya hevkarê xwe Erdogan bike.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
14 tebax, 2018   08:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên herêmê yên girîng kirin. Rojnameyan behsa belavbûna hêzên rêjîma Sûriyeyê li derdora Idlibê û derfetên destberdana Tirkiyeyê ji beşekî parêzgehê kir. Rojnameyan her wiha bal kişand ser hebûna DAIŞ'ê di Sûriye û Iraqê de û behsa avakirina her du hikumetên Iraqê û Lubnanê kirin. Rojnameyan her wiha bal kişand ser daketina lîreyê Tirkiyeyê û rewşa Filistînê û gelek mijarên din ên herêmê.

Rêjîm belavkirina hêzên xwe li derdora Idlibê didomîne

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa belavbûna hêzên rêjîmê li derdora Idlibê kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Heyat manşete xwe wiha bi nav kir: "Rêjîma Sûriyeyê hêzên xwe li Hema, Idlib û Laziqiyê belav dike". Rojnameyê ragihand ku hêzên rêjîmê gelek deverên sêkoşeya rojavayê Idlibê – bakurê Laziqiyê û bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir. Rêjîmê her wiha gundewarê Cisir Şixor, çiyayê Kurdan û Deşta Xab û gundewarê Hemayê topbaran kirin. Li gundewarê Şamê jî gelek pevçûnan rû da.

Tirkiye amade ye dest ji Idlibê berde

Di heman çarçoveyê de rojnameyan behsa serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li Enqereyê kir da ku dosya Idlibê gotûbêj bike. Rojnameya El-Heyat girêdayî vê mijarê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo dûrxistina şerekî mezin li Idlibê Lavrov diçe Tirkiyeyê". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşete xwe wiha bi nav kir: "Ji bo lihevkirinên li ser Idlibê û koçberan Lavrov serdana Tirkiyeyê dike".

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî manşete xwe wiha bi nav kir: "Dibe ku civîna Tirkiye û Rûsyayê çarenûsa Idlibê diyar bike. Hin çavdêr destberdana Erdogan ji Idlibê wekî Helebê dûr dibînin". Rojnameyê diyar kir ku rewşa li Idlibê tevlihev e û çarenûsa vê parêzgehê girêdayî hevdîtinên di navbera rayedarên Rûsya û Tirkiyeyê de ye. Hin çavdêran jî diyar kir ku Erdogan wekî ku dest ji Helebê berdaye dest ji Idlibê bernade. Çavdêran da zanîn ku dibe ev hevdîtinên li Enqereyê destberdana Tirkiyeyê ji hin beşên parêzgehê bi encam bibe.

DAIŞ tune nebûye û hê jî dikare gefan bixwe

Rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe ya din de behsa hebûna DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê kir û manşete xwe wiha bi nav kir: "20 heta 30 hezar DAIŞ'î li Iraq û Sûriyeyê hene". Rojnameyê diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku 20 heta 30 hezar leşkerên rêxistina îslamîst (DAIŞ) hê jî li Sûriye û Iraqê dimînin. Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de ku duh hatiye weşandin diyar kir ku nêzî 3 heta 4 hezar DAIŞ'î li Lîbyayê hene û niha hejmarekî DAIŞ'iyan ber bi Afganistanê ve tên şandin. Hin çavdêrên Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku di nava DAIŞ'iyên li Sûriye û Iraqê de gelek biyanî jî hene.

Girêdayî mijar û xebatên avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat manşete xwe wiha bi nav kir: "Razîbûna El-Qiwat çareserkirina avakirina hikumetê şîrove nake û girêka Diruzî weke berê ye."

Girêdayî mijar û aloziya Filistînê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo agirbesta bi Hemasê re El-Sîsî û Natanyaho 'veşartî' li hev civiyan". Rojnameya Yediot Ahronot a Îsraîlê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho û serokê Misrê Ebdilfetah El-Sîsî di meha Remezana borî de "veşartî" li hev civiyan da ku agirbesteke hemdem bi Hemasê re pêk bînin.

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lîberman: şerê bi Xezayê re 'mijara demê' ye". Wezîrê ewlehiya Îsraîlê Avîdgor Lîberman diyar kir ku mijara şerê li dijî herêma Xezayê ne mijara ku şer dê bibe yan na, lê belê mijar ew e ku ev şer dê kengî bibe.

Erdogan giliya derbeya Amerîkayê dike û nirxê lîreya Tirkiyeyê dadikeve

Girêdayî mijar û aloziya Tirkiyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Erodogan Amerîkayê tawanbar dike ku derbe li pişta Tirkiyeyê daye". Rojnameyê diyar kir ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daketina lîreya Tirkiyeyê bi komployekê bi nav dike û Amerîka tawanbar dike ku derbe li pişta Tirkiyeyê daye û wiha dibêje: "Ji aliyekî ve hûn bi me re di NATO'yê de ne û ji aliyekî ve hûn hevkarê xwe yê stratejîk di piştê de derbe dikin. Ev mijar nayê qebûlkirin". Lîreya Tirkiyeyê ji sala 2001'an ve daket asta herî jêr û li hemberî dolarekî gihaşt 7.24 lîreyan.

Qeter ji ber Erdogan xemgîn e

Rojnameya El-Ereb girêdayî heman mijarê manşete xwe wiha bi nav kir: "Qeter ji ber Erdogan hevkarê xwe yê dawîn xemgîn e". Rojnameyê diyar kir ku Qeter hewl dide dilsoziya xwe bi Tirkiyeyê re li hemberî cezayên Amerîka diyar bike, lê dilsoziya wê ji nivîseke li ser Twitterê derbas nebûye ku ji aliyê serokwezîrê Qeterê yê berê Şêx Hemed Bin Casim ê Duyemîn ve hatiye nivîsandin.

Xamaney danûstandinên bi Trump re qedexe dike

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xamaney şer û danûstandina bi Trump re nake."

Ebadî hewl dide Îranê û partiyên Iraqê yên hevkariya Îranê dikin, dilaram bike

Girêdayî mijarên Iraqê jî rojnameyên erebî behda helwesta Ebadî li hemberî Îranê piştî cezayên Amerîkayê li ser wê kirin. Rojameyan diyar kir ku Ebadî hewl dide komên ku alîgiriya Îranê dikin bi razîkirin bide û dibêje ew hemû cezayên Amerîkayê li ser Îranê di ber çavan re nagire û tenê dê alûgoriya dolar bi Îranê re rawestîne.