Mizginî ji fermandarekî QSD`ê:Hemleya rizgarkirina Hecînê dest pê dike

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk Şêrko Hesekê got ku hêzên wan di van çend rojên bê de dê hemleya rizgarkirina bajarokê Hecîn bidin destpêkirin. Şêrko Hesekê diyar kir ku tîmên vekirina mayinan û tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên girêdayî QSD'ê hewl didin korîdorekê ji sivîlan re vekin û herêmê ji mayinan paqij bikin.

Mizginî ji fermandarekî QSD`ê:Hemleya rizgarkirina Hecînê dest pê dike
14 tebax, 2018   08:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê xebatên Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo rizgarkirina giştî herêmên rojhilatê çemê Firatê de, endamê Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şêrko Hesekê di hevpeyvînekê de ji ajansa me ANHA'yê re diyar kir ku QSD dê hemleya rizgarkirina bajarokê Hecîn ku baregeha herî dawîn a çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê ye, di van çend rojên bê de dest pê bike.

Şêrko Hesekê destnîşan kir ku yekîneyên taybet ên girêdayî QSD'ê ji bo rizgarkirina sivîlan û bêbandorkirina mayinan niha ji bo vekirina korîdorekê ji sivîlan re di nava xebatan de ne.

QSD'ê bajarokê Hecîn ê rojhilatê çemê Firatê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundê Baxor a stratejîk de bi temamî dorpêç kir.

ANHA