Ji ber siyasetên Erdogan Tirkiye ber bi hilweşînê ve diçe

Endamê MSD’ê li bajarê Helebê Elî Mistefa got ku têkçûna rewşa li Tirkiyeyê û bi taybet rewşa aborî û têkiliyên wê bi Amerîkayê re ji ber siyasetên şaş ên Erdogan û hikumeta wî ne. Mistefa got ku eger Tirkiye van siyasetên xwe berdewam bike bêguman dê Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve bibe.

Ji ber siyasetên Erdogan Tirkiye ber bi hilweşînê ve diçe
13 tebax, 2018   08:37

MIHEMED EBDO / HELEB

Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Helebê Elî Mistefa di hevpeyvîneke li gel ajansa me ANHA'yê de diyar kir ku siyasetên Tirkiyeyê li rex desthilata AKP'ê bandoreke neyînî li gelên Tirkiyeyê dike û got ku Erdogan bi nexweşiya xwe mezin dîtinê ketiye û bi kirinên xwe yên dermirovî nizane çi dike.

Mistefa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye li hemberî xebatên demokrasiyê disekine û ji giştî cîhanê re asta hovîtiya wê bi girtina rojnamevan, siyasetmedar û nûnerên gel aşkera ye.

Mistefa got ku herî dawî keşeyê amerîkî Andrew Brunson ku li Tirkiyeyê xizmeta pêkhateya xiristiyanan dikir û wiha domand: "Tişta balkêş ew e ku piştî Amerîka ceza li ser wezîrên edalet û hundirîn ên Tirkiyeyê ferz kirin, Tirkiyeyê tavilê hevpîşeyên van her du wezîran ên Amerîkayê ceza kirin."

Der barê bandorên van nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de Mistefa wiha got: "Gengeşeyên siyasî di navbera her du welatan de hişt ku lîreyê Tirkiyeyê li hemberî dolar dakeve asteke herî jêr. Di vê bûyerê re asta lawazbûna aboriya Tirkiyeyê diyar dibe, nemaze ji ber alîkariya Tirkiyeyê bi komên çete yên cuda re û giştî komên çete yên li Sûriye û Lîbyayê."

Mistefa da zanîn ku Amerîka vê mijarê baş nas dike û ji ber vê yekê destdirêjiya Tirkiyeyê li berjewendiyên Amerîkayê dê encamên wê kambax bin û eger Tirkiye xwe ji Îran û Rûsyayê ve bêtir nêzîk bike, bêguman Tirkiye dê ber bi hilweşandinê ve biçe. Mistefa destnîşan kir ku çûna şandeya Tirkiyeyê ya Amerîkayê ji ber metirsiya berdewama nakokiyan di navbera her du aliyan de ye û bêguman dê bandoreke kambax li aboriya Tirkiyeyê bike.

Mistefa da zanîn ku eger Tirkiye van siyasetên xwe li ser rêya selefiyan berdewam bike û destdirêjiyên derexlaqî bidomîne, Tirkiye dê ber bi hilweşandinê ve biçe û gelên Tirkiyeyê dê buhayê vê hilweşînê bidin.

Endamê MSD’ê Elî Mistefa di dawiya axaftina xwe de got ku bi van siyasetên Erdogan û AKP'ê Tirkiye dê derbasî gelek aloziyan bibe.

ANHA