Li Reqayê goreke komî ya çeteyên DAIŞ`ê hate dîtin

Rêxistina "Şebab Oksejîn" li nêzê dîwarê El-Reşîd li navenda bajarê Reqayê goreke komî dît ku cenazeyên 8 çeteyên DAIŞ`ê tê de hatine veşartin. 

Li Reqayê goreke komî ya çeteyên DAIŞ`ê hate dîtin
13 tebax, 2018   08:44

FECIR EL-XALID / REQA

Dema ku rêxistina Şebab Oksejîn li nêzî dîwarên El-Reşîd kar û xebatên paqijiyê dewam dikirin, li wê derê goreke komî hate dîtin ku di hundirê wê de cenazeyên 8 çeteyên DAIŞ`ê hene.

Tîma destwerdanên destpêkê berê xwe da cihê gorê û cenazeyên çeteyan derxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tîma destwerdanên destpêkê li bajarê Reqayê di 11`ê meha Tebaxê de li qada Panorama goreke komî dît ku tê de cenazeyên çeteyên DAIŞ`ê û sivîlên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn kuştin, hebûn. Tîma destwerdanên destpêkê derxistina cenazeyan ji gorê didomîne.

Tîma destwerdanên destpêkê cenazeyan ji gorên komî derdixe û wan ji nû ve defin dikin.

(bx)

ANHA